Nivîskar Yaşar Eroglû diyar kir ku pirtûka wî ya “Berbang 1” ku nû derçûye, analîzek civakî ya jiyan û serpêhatiya Kurdan e.
Pirtûk ango romana bi navê “Berbang 1” a nivîskar Yaşar Eroglû derçû. Pirtûk ji Weşanxaneya J û J hat çapkirin û ji 252 rûpelan pêk tê. Ev pirtûk cîlda yekemîn e. Nivîskar Yaşar Eroglû dibêje ku ew ê cîlda duyemîn û sêyemîn jî amade bike. Ev cîlda yekem di sala 2024an de derçûye û li ber pirtûkfiroşên Kurdî li ber destê xwîneran e.
Nivîskar ev pirtûk cara yekem li 8emîn Pêşengeha Pirtûkan a Amedê ji bo xwînerên xwe îmze kir. Ev şeşemîn pirtûka nivîskar e ku derçûye.
Pirtûk analîzek civakî ya jiyan û serpêhatiya Kurdan e
Nivîskar Yaşar Eroglû qala naveroka pirtûkê dike û mijara pirtûkê wiha vedibêje: “Analîzek civakî ya jiyan û serpêhatiya Kurdan e. Civakake xwezayî ya Kurd di bin banê ‘dagirkeriya’ serdema ku nivîskar wekî ‘Xew’ bi nav dike, ya ku binhişê civakê îfade dike aniye ziman. Di vê serdemê de ji aliyê civakî, cinsî, namus, exlaqî, bawerî û gelek aliyên din ve civak tê lêpirsînkirin û analîzkirin. Di vê civakê de her tişt xwezayî ye. Mirov ji bo jiyana xwezayî her tiştî dikin, hişmendî nîn e. Tenê ev yek heye ku însan neslên xwe biparêzin û zarokan çêkin, ji hev zêde bibin. Namûsa tê zanîn jî ne namûsa nasnameya wan e, nasnameya netewî ye. Di cîlda yekemîn de pirr leheng hene. Lê lehengê esas, xwendakarên siberojê ne. Roman bi kuştineke ji bo namûsê diqede lehengên ciwan ji bo siberojê berê xwe didin asoyên nû û roman bi vî awayî dawî dibe.”
Mijara romanê li herêma Serhedê ya Bakurê Kurdistanê derbas dibe.
Yaşar Eroglu kî ye?
Yaşar Eroglu di sala 1960an de li gundê Qazî ya ser bi navenda Agiriyê ve hatiye dinê. Nivîskar û rojnamevanekî Kurd e. Ji ber tevgerên xwe yên siyasî di sala 1981an de hatiye girtin û 21 salan di girtîgehê de maye. Piştî ji zindanê derdikeve tev li xebatên ziman û wêjeyî bûye. Wek rêveberê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê û edîtorê Kovara Zend xebitî ye. Di sala 2007an de wek qunciknivîs û edîtorê rojnameya Azadiya Welat xebatên xwe berdewam kirin e. Nivîsên wî di kovara Çirûsk, malperen Amîda Kurd, Diyarname, TZP Kurdî, Arya Haber de hatine weşandin.
Heta niha pirtûkên wî yên bi navê; “Nahêlin Em Bigihîjin Bihara Xwe (Çîrok), Qewdek Sosretê (Berhevkarî), Hêvî (çîrok), Çerxa Xedar (Roman), Dayik (Roman), herî dawî jî Berbang.”
AW/AMED