- KCK'ê diyar kir, PDK bûye parçeyek ji polîtîkayên qirkirinê yên dewleta Tirk û bang li PDK'ê kir ku bi ti awayî nebe hevparê êrişên dewleta Tirk. Ji gelê Kurd jî xwest ku bi yekîtiya neteweyî êrişan têk bibe.
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCKê der barê rewşa dawî de nexasim jî hevkariya PDKê bi dewleta Tirk re daxuyaniyek da û diyar kir ku PDK bûye parçeyek ji polîtîkayên qirkirinê yên dewleta Tirk.
Daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê wiha ye:
"Dewleta Tirk a faşîst mêtinger qirker, li ku derê destketiyeke Kurdan a demokrasî û azadiyê hebe êrişê dibe ser wê derê. Dijminatiyê li Kurdan hemûyan dike yên ku ji bo azadî û demokrasiyê têdikoşin. Tifaqa AKP-MHP-Ergenekon, ku serkêşiyê ji dijminatiya li Kurdan re dike, ji bejahî û hewayî ve êrişê dibe ser Rojava, Şengalê, Mexmûrê, Herêmên Parastinê yên Medyayê û Başûrê Kurdistanê. Dewleta Tirk a ku ji bo dagirkirinê êrişê dibe ser Rojava, li Herêmên Parastinê yên Medyayê û Başûrê Kurdistanê jî bi armanca dagirkeriyê êrişan dike.
PDK dagirkeriyê rewa dike
PDK piştî destpêkirina êrişên dewlet Tirk, PKK'ê û gerîla weke sedema van êrişan nîşan dide. Dewleta Tirk di bin navê şerê dijî terorîzmê de li her derê êrişê dibe ser têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd. PDK jî bi van daxuyaniyên xwe êrişan rewa dike, normal nîşan dide. Êrişên li ser gelê mezlûm ê Şengalê, ku sala 2014'an bû hedefa qirkerî û êrişkariya DAÎŞ'ê û êrişên li ser gelê Mexmûrê ku ji aliyê qirker û mêtingeran ve ji cih û warê xwe hatiye qutkirin, bi heman hincetê rewa nîşan dide. Bi taybetî piştî ku dewleta Tirk dest bi êrişên xwe yên li ser Heftanînê kir, van gotinên xwe li her derê û hîn bêhtir tîne ziman. Piştî destpêkirina êrişa dewleta Tirk a li ser Heftanînê, yekemcar propaganda wê yekê kir ku gundî ji ber van êrişan zerarê dibînin û piştî vê propagandayê jî anî ziman ku dewleta Tirk van êrişan bi hinceta hebûna gerîla dike.
Piştî êrişên li ser Heftanînê, heyetek ji parlamenta Başûrê Kurdistanê ava kir û şand cihên ku êriş lê hatine kirin. Vê heyetê, piştî ku ji herêmê vegeriya raporeke welê amade kir ku tê de dibêje 'ji ber ku gerîla li wir in, dewleta Tirk êriş dike, ji ber vê yekê gundî zerarê dibînin'. Bi vî rengî xwestin êrişên dewleta Tirk rewa bikin.
Dixwazin Iraqê jî tevlî plan bikin
Bûyerên ku piştre qewimîn bi rengekî zelal nîşan dan ku dewleta Tirk plana tasfiyekirina PKK'ê pêşkêşî PDK'ê kiriye û PDK jî bûye hevparê vê planê. Tê fêhmkirin ku ji bo vê planê rewa bikin, dixwazin Iraqê jî tevlî vê plana tasfiyeyê bikin.
Di demekê de ku dewleta Tirk êrişên xwe zêde kirine û dixwaze qadeke ji dehan kîlometreyî ya li seranserê sînor dagir bike, daxwaza PDK'ê ya ji bo bicihbûna li herêmên ku tê wateya dorpêçkirina gerîla, pêwendiya xwe bi vê plana tasfiyeyê heye. Bangên ku PDK li Iraqê dike, ji bo nixumandina plana tasfiyeyê ye ku bi dewleta Tirk re dimeşîne. Her wiha hewl dide hêzên gerîla û hêzên Iraqê li ber hev rake.
PKK zelal e
Helwesta PKK'ê her demê zelal bûye. Kurdan gelek caran dîtine ku hêza herî fedayî ya parastina destketiyên Kurdan û statûyên destketî gerîla ye. DAÎŞ'ê dema ku êrîş kir, gerîla deriyê Hewlêrê girtiye. Serokê Giştî yê PDK'ê Mesûd Barzanî ku spasî li helwesta gerîla kirî, bi gotina, Tirkiye alîkarî nedaye me, nedaniye holê bê ka kî li dijî statûyê ye? Di vê pêvajoyê de hêza sereke ya parastina statûyê, bûye gerîla. Tê zanîn dema ku DAÎŞ'ê êriş bir ser Kerkûkê yê ku pêşî pê ve çû gerîla bû. Cîhan hemû pê dizane bê ka kê Êzîdî ji qirkirinê rizgar kirin. 2017'an ji Kerkûkê yê ku herî dawî derketî dîsa gerîla bû. Ji ber vê ti kes nikare bibêje gerîla talokeyê li ser statûya me çêdike. Kesek nikare êrîşên dewleta Tirk ku gefê li statû û destketiyên Kurdan dixwe û hêza pêşeng a dijminatiya Kurdan bi hincetên cihê vebêje.
Bi yekîtiyê pêşî li êrişê bigirin
Em bang li tevahiya gelê Kurd û welatparêzan dikin ku li dijî êrîşên dewleta Tirk bi gerîla re bin. Ji ber ku dijminatî û êrîşa li ser PKK'ê dijminatî û êrîşa li ser hemû Kurdan e. Em bang li PDK'ê jî dikin ku ji bo berjewendiyên berteng ên rojane yên partiyê bi rengekî ku dahatuya gelê Kurd bixe talokeyê bi ti rengî nebe hevkarê êrîşên dewleta Tirk, bi tevlêbûna nav xebatên yekîtiya Kurd, di hewldanên parastina hemû destketiyên Kurd û statûya destxistî de bi rola xwe rabe.
Şerê Cîhanê yê 3'an ê li Rojhilata Navîn ji bo jiyana azad û demokratîk a gelê Kurd li gel derfet û fersendan her wiha bi talokeyan e jî. Em bang li hemû gelê xwe yê welatparêz, hêzên siyasî, rewşenbîr û hunermendan dikin ku bi pêkanîna yekîtiya neteweyî talokeyan bêbandor bikin, derfet û fersendan jî ji bo li hemû parçeyên Kurdistanê jiyana azad û demokratîk were avakirin têkoşînê geş bikin."
ANF/BEHDÎNAN