Ber bi şaredariyên ekolojîk ve..

Şemî 2 Adar 2024 - 00:29

Rûken Polat / MA / MÛŞ

Namzetên Hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên Milazgirê Gulistan Ozel û Ahmet Kenan Turker gotin armanca wan ew e ku rêjeya dengan du caran li ya berê zêdetir bikin, şaredariya ekolojîk, bi azadiya jinê ava bikin.

Namzetê Hevşaredariyê yê DEM Partiyê Ahmet Kenan Turker diyar kir ku li Milazgirê di bin rêveberiya şaredariya AKP'ê de wêraniyeke mezin pêk hatiye. Turker anî ziman ku li Milazgir di warê fizîkî de kêmasiyên mezin hene û got: “Pirsgirêkên avahî û binesaziyê hene. Dema em hatin ser kar em ê bi şaredariyeke ekolojîk, şaredariyeke li ser azadiya jinê û civakî bajêr bi rê ve bibin. Em ê têbikoşin ji bo Milazgirê. Gelek projeyên me hene, ji bo jinan, ji bo zarokan, ji bo zêdekirina îstîhdamê. Li vê derê her çendî pîşesaziyeke ku îxracata derve dike hebe jî, ji ber kêmasiyên fizîkî ne pêkan e ku bi rihetî bixebite. ‘’

Qeyûm tenê wêranî aniye 

Turker bi berdewamî got  şaredariya ku 3 salan ji aliyê qeyûm ve û 5 salan jî ji aliyê rêveberiya AKP'ê ve hatiye rêvebirin, ji xeynî wêrankirinê tiştek bi xwe re neaniye û anî ziman ku hemû çavkanî hatine xerckirin û ji hilberînê bêtir gendelî û wêranî anîne.

Ji bo jinan qadên kedê

Namzeta Hevşaredariyê Gulîstan Ozel got ew armanc dikin qadeke kedê jinan û ciwanan ava bikin û wiha pê de çû: ‘’Ez hem bi nasnameya xwe ya ciwan hem jî bi nasnameya xwe ya jinê bawer im, dixwazim li Milazgirê ruh û têkoşîneke nû çêbibe. Yek ji pirsgirêka herî mezin a bajêr dîtin û kêmbûna keda jinan e. Li hemberî vê jî gelek projeyên me hene, piştî ku me şaredariya xwe bi dest xist em ê van hemû projeyan pêk bînin. Em ê bazarên keda jinê ava bikin û qadên ku ciwan karibin tê de daxilî nava civakîbûnê bibin peyda bikin. Divê di civakê de qadên jinan hebin. Armanca me ew e ku em qadên ji bo jinan ava bikin.”

Ne tenê hilbijartina şaredariyan e

Ozel her wiha diyar kir ku serkeftina wan  wê tenê bidestxistina şaredariyan be û domand:’’Baweriya me ew e ku em ê ji vir şûnde bi ferqeke mezin di hilbijartinê de bi ser bikevin. Di roja hilbijartinê de divê her kes dengê xwe bide û sindoqên xwe biparêze. Ev hilbijartin ji bo me ne tenê hilbijartina şaredariyan e. Her wiha têkoşîna li dijî kesên ku ziman çand û hebûna me ji nedîtî ve tên. Serkeftina me ya 31’ê Adarê wê ne tenê serketina şaredariyan be."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.