ZANA SEYDÎ-CÛMA MIHEMED / ANHA / KOBANÊ
Ji hin dîmenên li nêzî bendava Rojava (Tişrînê) hatine kişandin, rewşa dawî ya çemê Firatê xuya dibe ku daketiya asta herî kêm ku di dîrokê de ti carî wisa nebûye. Ji ber ku dewleta Tirk a dagirker ev 3 sal in, ava çemê qut dike.
Dewleta Tirk a dagirker ji Çileya 2021`an ve lihevkirina sala 1987`an a di navbera wê û Sûriye û Iraqê de hatiye îmzekirin, bin pê dike û ava çemê Firatê bernade.
Para Sûriyeyê ji çemê di her saniyeyekê de 500 metrekab e. Para Iraqê jî ji sedî 60`ê para Sûriyeyê ye. Li gor çavdêran, dewleta Tirk a dagirker ji gelek salan ve, av kiriye çekek û li dijî herêmê bikar tîne.
Kêmbûna avê li ser jiyana bi milyonan kesî xeteriyê çêdike û bandorê li qadên çandiniyê û pîşeyî dike.
Ji ber ku çemê Firatê jêdera sereke ya ava vexwarinê ji bo Minbic, Kobanê, Reqa, Dêrazorê û Helebê ye, qutbûna wê li ser peydakirina ava vexwarinê, avdanê û tevahî xebatên têkildarî avê xetere ye.
Kêmbûna wê jî di aliyê dayîna elektrîkê de bandorê li kendavan dike. Her wiha ji ber kêmbûna avê, miqdarên mezin ên masiyan û zindiyan telef bûn.
Rêveberiya Bendavan demeke berê bang li hêzên navneteweyî û rêxistinên hiqûqî kiribû ku destwerdanê bikin û “kiryarên hovane û şantajên Tirkiyeyê” rawestînin.
Dirêjahiya çemê Firatê ji çavkaniya wê li Bakurê Kurdistanê û ta dawiya wê li Kendava Erebî 2 hezar û 800 kîlometre ye. Dirêjahiya çemê di nav Sûriyeyê de 610 kîlometre ye. Li kêlek beravên wê bi dehan bajar û bajarok hene. Ji Cerablusê li bakur ta Bû Kelamê li rojhilatê Sûriyeyê.