Bendava Cizîrê metirsiyeke mezin e

Sêşem 12 Tîrmeh 2022 - 22:42

  • “Ev bendav metirsiyeke mezin e li ser Iraqê, divê Iraq rê nede bendaveke wisa were çêkirin.”

Serokê Lijneya Çavkaniyên Avên Iraqê ya li Parlamena Iraqê, Samir Muxîf Cibûrî derbarê çêkirina bendaveke nû ya ji aliyê Tirkiyeyê ve got; “Ev bendav metirsiyeke mezin e li ser Iraqê, divê Iraq rê nede bendaveke wisa were çêkirin.”

Tirkiye li Bakurê Kurdistanê plan dike bendaveke mezin a bi navê Bendava Cizîrê li ser çemê Dîcle ava bike. Heger ev bendav temam bibe, dibe ku seranserê Iraqê ji ava çemê Dîcleyê bê par bimîne.

Li ser vê yekê Serokê Lijneya Çavkaniyên Avên Iraqê ya Parlamentoya Iraqê Samir Muxîf Cibûrî ji medya Iraqê re axivî.

Samir Muxîf Ciburî got, Tirkiye dixwaze li ser Çemê Dîcle mezintirîn cûrê bendavê ava bike: “Ev bendav, bendaveke avdaniyê ye û dema temam bû, wê ava çem vale bibe û wê ti ava çem negihîje Iraqê. Ji ber wê, hinek armancên Tirkiyê hene hinek xalên din jî ji bo çandinî û avdaniyê pêk bîne. Ev yek jî metirsîyeke rasterast e li ser Iraqê û tenê 35 kîlometreyan ji sînorê Iraqê dûr e.

Ev mijar elaqedarî qanûnên navdewletî ye. Ji bo wê, divê Iraq bi rêya dîplomasiyê rê nede ku bendaveke wisa were avakirin. Ev bendav ji bendava Ilisu piçûktir e, lewra wê zûtir temam bibe.”

BEXDA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.