Belgeyên êşkenceya li Garîbe Gezer

În 25 Mijdar 2022 - 16:23

  • Dîmenên êşkencekirina li Garîbe Gezer derketin holê.

MARTA SOMEK / GULISTAN DURSUN-JINNEWS / STENBOL

Me xwe gihand dîmenên êşkenceyê yên li Garibe Gezer hatin kirin. Gezer li Girtîgeha Kandirayê hatibû qetilkirin û bi hinceta "delîl têra xwe nehat dîtin" dosyaya doza wê bi biryara neşopandinê hat bidawîkirin. 

Garibe Gezer sala 2016'an, li navçeya Mêrdînê Nisêbînê hat binçavkirin û piştre hat girtin. Piştre surgunî 1'emîn Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê hat kirin. Piştî tecawiz û êşkenceya lê hat kirin, di 9'ê Kanûna 2021'ê de hat qetilkirin. Me xwe gihand dîmenên êşkenceya li Garibe Gezer hatkirin. Piştî Garîbe hat qetilkirin, demildest derbarê dosyaya wê de biryara nepeniyê hat dayin.

Êşkenceya ku li Garibeyê hat kirin di dîmenan de derket holê. Di dîmenên ajansa me xwe gihandî wan de gelek gardiyan û memûrên girtîgehê bi milên wê digirin û wê bi erdê ve kaş dikin. Her wiha dema Garibe tê kaşkirin, qêrîna wê jî di kamerayan de tê bihîstin. 
 
Miracaetî DMME´yê dikin

Parêzerên Garibe Gezerê Eren Keskin, Jiyan Kaya, Jiyan Tosun û Elif Taşdogen, doh diyar  kirin, tevî ku delîl hebûn jî bi hinceta "delîl têra xwe nehat dîtin" derbarê dosyaya Garibeyê de biryara neşopandinê hatiye dayin. Parêzeran dan zanîn ku ew ê dozê bibin Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpayê. 
 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2023 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.