• Li gorî UNICEF’ê herî kêm 1 milyon û 500 hezar zarok di nav kesên ji Ukraynayê revî de hene.

Li gorî agahiyên Komîseriya Bilind a Penaberan a ser bi Netewên Yekbûyî (UNHCR) heta niha ji ber şerê di navbera Rûsya û Ukraynayê de 3 milyon û 557 hezar û 245 kes ji Ukraynayê reviyane.

Li gorî UNICEF’ê herî kêm 1 milyon û 500 hezar zarok di nav kesên ji Ukraynayê revî de hene.

Rêxistina Navneteweyî ya Koçan jî diyar kir ku heta niha di hundirê Ukranyayê de jî 6 milyon û 480 hezar kes ji warê xwe bûne.

Koçberên Ukraynayê herî zêde li Lehistan, Romanya, Moldova, Macaristan û Slovakyayê bi cih bûne.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres pêr ji Rûsya xwestibû ku dawî li şerê xwe yê li Ukrayna bîne û gotibû, divê danûstandinên aştiyê yên di navbera Rûsya û Ukrayna de, bi awayekî cidî werin birêvebirin. 

NAVENDA NÛÇEYAN