Bêhtirî 16 hezar topan avêtine
Çarşem 29 Kanûn 2021 - 22:33
- Sala 2021’ê di encama êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser herêma Efrînê û teqîna mayinan de 9 kes şehîd bûn û zêdetirî 20 kesa jî birîndar bûn. Di nava wan de zarok jî hene.
Sala 2021’ê di encama êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser herêma Efrînê û teqîna mayinan de 9 kes şehîd bûn û zêdetirî 20 kesa jî birîndar bûn. Di nava wan de zarok jî hene.
Di Çile de, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî Şehba û navçeya Şêrawa 344 hewan, 698 roketên obus, 47 topên tankan, 13 guleyên SPG9 avêtin.
Di Sibatê de, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve 250 hewan, 532 obus , 6 topên tankan avêtin.
Di Adar, Nîsan û Gulanê de dagirkeran 812 hewan, 3792 obus, 245 topên tankan, fuzeyeke Tow, 18 roketên SPG9 avêtin.
Di Hezîranê de dagirkeran 319 hewan, 1497 obus, 31 topên tankan, moşekek, 9 roketên SPG9 avêtin.
Di Tîrmehê de dagirkeran 515 hewan, 1667 obus, 29 topên tankan avêtin.
Di Tebaxê de dagirkeran 435 hewan, 1665 obus, 57 topên tankan, 2 moşek avêtin.
Di Îlonê de dagirkeran 501 hewan,105 obus, 104 topên tankan, 2 moşek avêtin.
Di Cotmehê de dagirkeran 183 hewan, 857 obus, 2 moşek hatin avêtin.
Di Mijdar û Kanûnê de dagirkeran 61 hewan, 537 obus, 15 topên tankan, 4 moşek, 2 roketên SPG9 avêtin.
Dagirkeran di nava salê de bi giştî 3 hezar 420 topên hewanê, 12 hezar û 296 topên obus, 477 topên tankan, 42 roketên SPG, 12 moşekên TOW avêtin. Wan 3 caran êrişên bejahî kirin.
Di encama topbarana li ser gundên Meranaz, Malikiyê, Şêwarxa, Elqamiyê, Tatmaraş ên Şerayê û gundên Minix, Eyndeqnê, Belûniyê, Simûqa, Til Cîcan û Til Medîq de xanî hema hema bi temamî hatin rûxandin.
NAVENDA NÛÇEYAN