Cornelia Parker sala 2001´ê înstalasyoneke hunerî çêkir û navê “Breathless” (Bêhnçikiyayî) lê kir. Înstalasyona ku li Londonê hat çêkirin îro jî li Victoria and Albert Museumê tê nîşandan.
Ev înstalasyon wiha hatibû sêwirandin ku di nava valahiyên avahiyan de karibe bê bicihkirin. Nexasim jî li wan valahiyên muze û galeriyan ên di nava du qatên cihê de. Cornelia Parker ev înstalasyona xwe bi 54 amûrên muzîkê yên bayî çêkiriye. Wê ev amûr dewisandine û daliqandine. Mirov dikare wan hem ji jêr ve û hem jî ji jor ve bibîne. Ew bi têlan bi aqra avahiyê ve tên girêdan. Rûyê wan ê li jor dinihêre hatiye şahîkkirin û rûyê li jêr dinihêre jî hatiye matkirin, kevin û lewitî xuya dike.
Hunermendê hewl daye bi vê yekê berê xwe bide dualîteyên weke bideng û bêdeng, çîna jor û çîna jêr, mirin û vejîn.
LONDON
Wêne: Victoria and Albert Mueseum