Bêhna polês li faşîstan fereh e!
Duşem 13 Îlon 2021 - 02:27
PÎROZ GULTEKÎN / KOLN
Ciwanên Kurd û yên înternasyonalîst, ji bo Rêber Abdullah Ocalan li Elmanyayê dimeşin. Vê meşa dirêj şemiya bihurî li bajarê Elmanyayê Kolnê dest pê kir û îro di roja sisiyan de dewam dike.
Meşa dirêj her sal van çaxan weke rêûresmekê tê organîzekirin. Îsal meş bi şîara "Dest Bi Dest-Mil Bi Mil; Werin Cenga Azadiyê" bi rê ve diçe.
Meş wê heta Aachenê dewam bike. Bi sedan ciwan ji Elmanya, Fransa, Awusturya, Swêd, Holanda, Ingilîstan û Swîsreyê beşdar dibin. Meş bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger-TCŞ û Jinên Têkoşer-TêkoJINê pêk tê û ciwanên antîfaşîst û înternasyonalîst jî bi wan re ne.
Şemiyê ciwan 25 kîlometroyan meşiyan û gihiştin Leverkusenê. Wan pankart û dovîzên li ser wan nivîsandî, "Cenga Azadîye Geş Bike, "Avaşîn, Zap, Metîna Bijî Gerîla", "Freedom for Ocalan" hilgirtin. Êvarê li avahiya FEDA´yê ya Leverkusenê panelek hat lidarxistin û Hozan
Şemdîn û Hozan Seyîdxan jî konser da ciwanan.
Li aliyê din, roja pêşî faşîstên Tirk li gelek deveran hewl da ku meşê provoke bikin. Weke her carê, dîsa polêsê Elman bêhnfereh bû beramberî faşîstên Tirk. Polêsê ku ji êrişkaran re bêhnfereh bûn, hewl dan ciwanên Kurd û înternasyonalîsatn bikin nezaretê.
Doh jî ciwan ber bi Dusseldorfê ve meşiyan. Ciwanan t-shirtên li ser wan nivîsandî "Freedom for Ocalan" û "Werin Cenga Azadiyê" li xwe kir.
Ciwan doh heta bi Dusseldorf Benrathê meşiyan. 16´ê Îlonê ciwan wê li Aachenê meşa xwe bi dawî bikin.