• Bêhnek dikare bandoreke çawa li ser mirovan bike? Carinan mirov bi bêhnekê li bibîranînên zaroktiya xwe vedigere.

Bêhnek dikare bandoreke çawa li ser mirovan bike? Carinan mirov bi bêhnekê li bibîranînên zaroktiya xwe vedigere. Carinan mala pîrika me ya li gund tîne bîra me, û me dibe demên berê. 

Erka dîrokê jî ew e ku berê bîne bîra me. Gelo bêhn jî dibe dîrok? Yan jî mumkin e ku dîrok bi bêhnekê li ber çavê me were raxistin?

Belê lêkoleran jî ev pirs kirine û li ser vê mijarê xebitîne. Hin lêkolerên Emerîkî dê di sê salên pêşiya me de hewl bidin ku bêhnên dîrokê deşîfre bikin û wekî alavên dîrokê bêhna wê jî di mûzeyan de pêşkeş bikin. 

Di xebata bi navê Odeuropa de 20 lêkolerên ji beşên cuda wê cih bigirin. Ji sedsala 16´an ew ê pê bikin û bêhnên heta sedsala 20´an deşîfre bikin. Bi vê xebatê ew ê ‘Ansîklopediya Mîrateya Bêhnan’ ava bikin. 

Ji bo keşfkirina bêhnan dê pêşî hewl bidin ji nivîsên wêjeyê sûdê wergirin. Paşê dê lêkolînên teknolojîk jî bimeşînin. 

Xebatkara Hollandî ya projeya Odeuropayê Inger Leemans derbarê xebatê de dibêje; bêhn têşeyê didin tecrûbeyên me. Lê belê derbarê vê yekê de kêm dane hene. Divê em wan bêhnan keşf bikin û ji ber ku bêhn ne tiştekî mayînde ye, divê em fêrî parastina bêhnê jî bibin. 

Di çileya 2022’yan de ew ê dest bi xebata bi algorîtmaya heft zimanî bikin. Pisporên kîmyayê dê ji parçikên tiştên dîrokî analîzan bikin.

Hin rêbazên heyî vê yeke pêkan dikin ku zanyar bikarin ji parçikan lêkolînên bêhnê bikin. 

Bi gotineke din; êdî di mûzeyan de dibe ku mirov bikare bêhna tabloyekê jî bike. Yan jî bêhna şerekî û bêhna bajarekî serdemên berê jî bike. 

NAVENDA NÛÇEYAN