Bedewî û hêza jinan

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 5 Gulan 2021 - 02:36

Hevîr girîng e, divê mirov hevîrê hunerê xwe zêde tirş neke û di derbê de wî bipêje yan jî berhemekê jê dere. Şêwekara Spanî, Elena Gual, hevîrê li ber destê xwe baş bi kar tîne û beriya ew tirş bibe li ser tuwalan belav dike heya ku teşe digire. Teşeyê ku Gual bi kar tîne berê jî hatiye bikaranîn, lê derbên firçeya wê yên wê ne û naşibin wêneyên kesên din. Gual, ji bo portreyên jinên bi hêz çêke, teknîka împastoyê (bi Îtalî "hevîr") bi kar tîne, ew bi împastoyeke stûr bedewî û hêza jinan nîşan dide. Gual dibêje, “Ez her tim girêdayî formên însanan dimînim.” 

Gual di 18 saliya xwe de diçe muzeya Van Gogh a li Amsterdamê. Gava ku ew li muzeyê tabloyên Van Gogh dibîne, zêde di bin bandora wî de dimîne û jê gelek îlhamê digire. Pîştî vê gera xwe, biryarê dide ku Akademiya Huner bixwîne. Di wêneyên wê de bandora Van Gogh pirr diyar e. Heta mirov dikare bibêje ku di rêçika derbên firçeya Van Gogh de dimeşe û bergeheke nû ava dike ji xwe re.

Dixwazim hestên jinan derxim holê

Gual, sala 2016’an Akademiya Floransa ya Huner kuta dike. Piştî akademiyê ew di warê pratîkî de zorê dide xwe û dixwaze bi stîla împastoyê portreyên jinan çêke. Ew diçe Londonê û li wir bi cî dibe. Lê ew her tim li dû şêwazekî resen û afirîner bûye. Ji lewma, wê daye pey şopa şêwekarên klasîk; ji anatomî, kompozîsyon û ronahiya ku wan di wêneyên xwe de bi kar anîne, sûd wergirtiye. Lê wê xwe bi wan ve girênedaye û bi şêwazekî xweser ango bi riya spatûlayê û derbên stûr portreyên jinan bi rêk û pêk kirine. Teknîka împastoyê bi awayekî din bi kar tîne û li gorî lêkolîn û azmûnên xwe şêwazekî xwerû derdixe holê. Gual ji bo portreyên xwe dibêje, “Ez dixwazim di van salên dawiyê de hestên jinan derxim holê, derbarê wan de gelek tişt hene ku divê werin gotin. Ez vê yekê hîs dikim.”

Ez dibêjim min tiştek rast kiriye

Gual di biçûkatiya xwe de li gelek welatan geriyaye. Ew çûye Efrîkayê jî û li wir gelek jin nas kirine. Gual dibêje; “Di gerê de min gelek jin nas kirin, min dît ku nikarin xwe bi awayekî azad bînin ziman. Jinên bêhempa bûn. Dilekî ji min re got, divê tu bibî dengê wan, ez niha bi karê xwe vê yekê dikim.”

Gual bi portreyên xwe dixwaze bibe dengê jinan û hêzê bide wan. Gual dibêje, “Afirandin û pênaseya hunermendiyê carinan mirovan dike kesên ji xwe razî, ji lewre rêyeke zehmet e. Lê gava ku dibînim wêneyên min bi hin kesan re kelecan û hîsên cûda çêdikin, wê gavê ez dibêjim, min tiştekî rast kiriye û rêyeke baş hilbijartiye.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.