Bêder li ser înternetê ye

Nûçeyên Çand/Huner

În 5 Tebax 2022 - 21:03

  • Derhênerê Kurd ê Dêrsimî Arîn Înan Arslan filma xwe ya nû ya bi navê “Bêder” li ser hesabê xwe yê youtube parve kir.

Derhênerê Kurd ê Dêrsimî Arîn Înan Arslan filma xwe ya nû ya bi navê “Bêder” li ser hesabê xwe yê youtube parve kir. Arîn Înan ev kurtefilma xwe di dema pandemiyê de sala 2020’an çêkiribû. Piştî ku li festîvalan tişta hêvî dikir bi dest nexist, wî biryar da ku kurtefilma xwe li ser youtube parve bike û li wir lê were temaşekirin.

Arîn Înan bi kurtefilmê “Bêder” daye pey xewnan û filmekî balkêş sêwirandiye. Mirovekî ku deriyek li piştê ye di nav berfê de dimeşe, her kêliya ku bêhna xwe dide û derî vedike, bi awayekî xewn û xeyal hin tiştan dibîne.

Şêwaza filmê balkêş e û sêwirandineke xurt a filmê heye. Kurtefilm bi Kirmanckî hatiye çêkirin û lawijên bi Kirmanckî jî di filmê de hene. Lîstikvanê filmê Hesen Huseyîn e. 

Arîn Înan beriya niha jî derhêneriya kurtefilmên “Hewrik”, “Sî û Ba” û “Pera Berbangê” kiribû. Van kurtefilmên wî li hin festîvalan xelat wergirtibûn. “Bêder” niha li ser lînka li jêr e:

https://youtu.be/e_6oi7G9ZLQ      

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.