Bêdengiya şîn a Paşiyan

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 11 Cotmeh 2021 - 01:47

Bêdengiya şîn? Belê navê konserekê ye. Koma ku ev konsera online dayî jî Koma Paşiyan e (Ensemble Offspring), komeke ji bajarê Awustralyayê Sydneyê.

Ji navê komê diyar e ku ew xwe disipêre "pêşiyan" yanî koka xwe. Pekusyonîsta (amûrên bi derban li wan tê xistin) komê Claire Edwardes îsal namezet e ku bibe Hunermenda Salê ya Limelight a Awustralyayê.

Konserên dawî yên komê li ser înternetê ne. Di nava atmosfereke sivik a navmalê Claire Edwardes li marimba dixe, Jason Noble li klarîneta bass ûhunermenda mêvan Emily Granger jî li harpa konseran dixe. 

Kompozîtorê berhemên ew lê dixin Brophy demeke dirêj li Bakurê Kurdistanê maye. Yek ji berheman Axtemar -girava ku dêreke Ermeniyan a ji sedsala 10’an li ser-, ya din Xoşav -Keleha mîrên Kurd a serdema navîn- û ya dinê jî Varagavank -manastireke îro pirraniya wê xirakirî ya Ermeniyan- e.

Berhema di konserê de ya dawî ya kompozîtor Elena Kats-Chernin e û navê wê  Blue Silence (Bêdengiya şîn), ew esas ji bo piano û Chello hatiye amadekirin, lê ji bo ku ahenga marimba, karînet û harpê xira neke ew jî bêdeng dimîne û xwe li wan tîne. 

SYDNEY

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.