Bêdengî zilmê zêde dike

Pêncşem 7 Îlon 2023 - 18:08

FETHÎ BALAMAN / MA / SÊRT

Di salekê de gora Sema Koçer (Revşan Aşkara) ya gerîlaya YJA STAR’ê du caran hat xerakirin. Diya wê Kûdret Aşkara nerazîbûn nîşanî vê da û got, bêdengiya kurdan rê li ber zilmên nû vedike. 

Li Goristana Zevye ya Sêrtê gora Sema Koçer (Revşan Aşkara) a gerîlaya YJA Starê ku di 31'ê adara 2020'î de li Bazîd a Agiriyê şehîd bû, par ji aliyê hin kesên nenas ve hatibû xerakirin. Di 1'ê Tebaxê de vê carê polêsên sivîl êrişî gorê kirin. Kesekî ku dema bûyerê li wir bû û nexwest navê wî bê eşkere kirin, ragihand ku polêsan gorê wê xera kiriye û gava zarok çav bi wan ketine kevir avêtine wan û ew kes jî li wesayîtên xwe siwar bûne û reviyane. Malbatê serî li midûriyeta polêsan da û gilî kir, lê guh nedan serlêdana malbatê. Piştî vê malbatê serî li Serdozgeriya Komarê ya Sêrtê da û xwest bûyer bê zelalkirin.

 

Polêsan êriş qebûl kir

Dayika Revşanê, Kûdret Aşkara ku êrişê wekî bêwicdaniyê pênase kir, got: "Par jî ez li malê bûm, zarok hatin gotin êrişî gorê hatiye kirin. Ez jî çûm goristanê, min dît kevirên gorê hatine şikandin. Ez jî hema di cih de çûm qereqolê û min ji wan re got çima kevirên gorê şikandine, wê hesab bê pirsîn. Ji min re gotin, 'vê carê çêke em ê neşkînin'. Gava wiha gotin pê re jî keniyan. Min xwest dîmenên kamerayan bibînim, lê nîşan nedan. Tu tişt nekirin."

 

Ji hestiyan çi dixwazin?

Aşkara diyar kir ku wê car din gora keça xwe çêkiriye û got ku ji bo êrişî gorê neyê kirin şerpeyek pê ve girêdaye. Aşkara wiha domand: "Lê salek şûn de dîsa êriş kirin. Min gora wê av dabû û ez hatibûm malê. Gava ez hatim malê xeber ji min re hat û gotin êrişî gorê hatiye kirin. Gava ez çûm gor xerabûyî bû. Ev bêexlaq û bêwjidan in."

Aşkara diyar kir ku tenê axa gorê maye û got: "Ên dijminatiya me dikin, bila bi tanq û topên xwe werin, doza çi ji axê, hestî û ruhan dikin? Ger wê dijiminatiyê bikin, bila bi exlaqî bikin." 
 

Ez paşde gav navêjim

Aşkara diyar kir ku piştî êrişa duyem gava çûye goristanê rastî polîsan hatiye û got: "Gava min li goristanê ew dîtin, ji hêrsa dest û piyên min ricifîn. Gava min dua dikirin ew dikeniyan. Gava min ji wan pirsî hûn çi ji gorê dixwazin, wekî henekên xwe bikin keniyan. Tew dibêjin 'partiyê kiriye.' Min jî got, 'Partî ji bo bihosteke axa gora wê canê xwe dide.' Heya ez li wir bûm bi min keniyan, henekê xwe bi min kirin. Lê ez serbilind im. Ez diya Revşanê me, ez tu carî bi paş ve gav navêjim."

 

Em ê dîsa gorê çêbikin 

Aşkara anî ziman ku bêdengiya gelê kurd rê li ber zilmên nû vedike û got: "Hê xwîn ji cenazeyê me tê, radibin defin dikin. Bi kargoyan, di qutiyeke biçûk de cenazeyên me didin me. Me wekî dijmin dihesibînin. Bi hiqûqa dijminatiyê êrişî me dikin. Sûcê me ye, gere me di êrişa ewil de nerazîbûn nîşan bida. Em ê car din gora keça min çêbikin. Sed carî xera bikin, em ê dîsa çêbikin. Bila êdî dawî li vê hovîtiyê bê." 
 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.