Bêdengî êrişan rewa dike

Şemî 7 Îlon 2024 - 02:45

Fraksiyona YNK’ê ya Parlamentoya Iraqê êrîşên balafirên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker li ser Başûrê Kurdistanê şermezar kir û got:"Bêdengî û bêhelwestiya hikûmetên Iraq û Herêma Kurdistanê êrîşên Tirkiyeyê rewa dike." Fraksiyona Yekîtiya Nîştimanê Kurdistanê (YNK) ya Parlamentoya Iraqê, li parlamentoyê daxuyanî da û got:“Em êrîşên Tirkiyeyê yên bi balafirên bêmirov li ser Herêma Kurdistanê bi tundî şermezar dikin. Bêdengî û bêhelwestiya hikûmetên Iraq û Herêma Kurdistanê êrîşên Tirkiyê rewa dike. Di nava 72 saetên de li parêzgehên Silêmaniyê û Duhokê di du êrişên cuda de 7 welatiyên sivîl şehîd bûn. Şehîd ji du malbatan e ku yek ji wan zarok e û gelek welatiyên din jî birîndar bûne.”

Di daxuyaniya YNK’ê de rexne li hikûmetên Iraq û Herêma Kurdistanê kir û wiha dewma kir:"Her çendî êriş berdewam bin jî, bêdengî û bêhelwestiya hikûmetên Iraq û Herêma Kurdistanê tê wateya qebûlkirina binpêkirina serweriya Iraqê û rewakirina êrîşan." YNK’ê xwest ku li hemberî êrişên Tirkiyeyê yên li ser Herêma Kurdistanê bêdengiya xwe bişkînin û helwesteke cidî nîşan bidin.”

ROJNEWS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.