Bêdengî dibe zext û li me vedigerin

Nûçeyên Çand/Huner

În 8 Tîrmeh 2022 - 21:03

  • Rewşan Apaydin ku di bin banê “Koma çand û huner a Golge” de şanogeriyê dike û perwerdeyê dide di heman demê de di şonoya bi navê “Teatra Sî” de jî cih digire.

Rewşan Apaydin ku di bin banê “Koma çand û huner a Golge” de şanogeriyê dike û perwerdeyê dide di heman demê de di şonoya bi navê “Teatra Sî” de jî cih digire. Rewşan Apaydin bal bire ser qedexeyên li ser ziman û çanda Kurdî û got, gelê Kurd dixwaze bi zimanê xwe bijî û ji bo zimanê xwe ji bîr neke, li ber xwe dide.

Rewşen dibêje, êrişên li hemberî çand û huner îro zêdetir bûne û dema ev êriş pêk tên, kes dengê xwe nake: “Ji ber ku kes dengê xwe dernaxe û her kes bêdeng dimîne, zextên li ser hunermendan jî zêdetir dibin. Êdî rewş hatiye asteke welê ku hunermendên li ber deshilatdariyê radibin hemû bi zextan re rû bi rû dimînin. Bêdengiya me ya li hemberî van êrişan dibe zext û li me vedigere.”
  
Divê bi alternatîfan bersiv bê dayîn

Di dewamê de Rewşan wiha dipeyive: “Dema konserên kesên navdar tên betalkirin, ev yek pirr deng derdixe. Lê dema hunermendên Kurd rastî pêkûtiyên wiha tên, kes wan nabîne û ji bo wan dengê xwe nake. Jixwe, êdî tenê deng derxistin jî têrê nake. Kes dikarin li hember van qedexeyan, bernameyên alternatîf li dar bixin. Divê em li dijî qedexeyan bibin yek û dengê xwe bilind bikin.”

Rewşan bal dibe ser xweranegirtina li Kurdî jî û got, “Ev xweranegirtina li zimanê Kurdî bi salan e ku heye. Divê em li çareseriyên cuda bifikirin. Divê em kesên hilberîner bin û biafirînin. Bi vî awayî ev zimanê me yê dewlemend dikare li ser piyan bimîne. Ji bo vê yekê, civaka Kurd hemû divê van qedexeyan qebûl neke û xwedî helwêst be.”

JINNEWS/STENBOL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.