Bedena xwe kirin mertal

Pêncşem 8 Sibat 2024 - 02:30

HPG'ê nasnameya 2 gerîlayên li Metînayê şehîd bûn eşkere kir û got:"Hevrêyên me Sason û Jêhat bi sekn û têkoşîna xwe bûn mînakên bijarte yên milîtaniya Apoyî." Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ya têkildarî şehîdan bi vî rengî ye:"Di 15’ê Çileya 2024’an de me bi gelê xwe û raya giştî re parve kiribû ku li herêma Berxwedana Serdemê ya Girê Hekkarî li dijî dagirkeran çalakiyeke koordîneyî hatiye lidarxistin. Di vê çalakiyê de 12 dagirker hatine cezakirin, 8 dagirker birîndar bûne û hevrêyê me Jêhat bi ruhê fedayî yê Apoyî û cesareta bilind li dijî dagirkeran şer kir û gihîşt şehadetê. Hevrêyê me Sason Asmîn jî ku beşdarî heman çalakiyê bû, piştî çalakiyê şehîd bû. Hevrêyên me Sason û Jêhat li hemberî êrîşên qirkirinê yên dijmin ên li ser gelê me bedena xwe kirin mertal û heta nefesa xwe ya dawî bi fedeyî beşdarî têkoşîna azadiyê ya gelê me bûn. Bi helwest û têkoşîna xwe bûn mînakên berbiçav ên milîtaniya Apoyî. Em di serî de sersaxiyê ji malbatên hêja yên hevrêyên me yên şehîd û ji hemû gelê me yê welatparêz ên Kurdistanê re dixwazin û careke din dibêjin ku em ê bîranînên wan di têkoşîna xwe de zindî bihêlin.

Hevrêyê me Sason li Wanê, di nava malbateke welatparêz de hatiye dinê. Di sala 2014'an de tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêyê me Sason di jiyana xwe ya gerîlatiyê de ezmûnek bi dest xist, bi saya tevlîbûna xwe ya rast û bêşert bû gerîlayekî jêhatî û bi van taybetiyan rêz û hezkirina hemû rêhevalên xwe girt. Xeta berxwedanê ya hevrêyê me Sason di demên herî dijwar de jî bi saya ruhê xwe yê bilind ê êrîşkar derb li dijmin girt, wê ji bo hemû hevrêyên xwe bibe rêber.

Hevrêyê me Jêhat, di malbateke ku bi eslê xwe ji Şemrexa Mêrdînê ye, li Amedê hatiye dinê. Di sala 2019’an de tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêyê me yê ku li herêma Metînayê li gelek qadan beşdarî çalakiyan bû, bi pratîka xwe ya serkeftî hurmeta hevrêyên xwe yên qadê bi dest xist. Hevrêyê me Jêhat li her girekî ku dijmin lê bi cih bûye dizanibû û derbarê hêzên dijmin ên li ser van giran de xwedî plan bû û di pêkanîna gelek çalakiyên serketî de bû alîkar."

Agahiyên nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

Sason Asmîn (Mûrat Oçek), li Wanê jidayîk bûye, 13’ê Çileya 2024’an li Metîna şehîd bû.

Jêhat Bagok (Mehmet Gumuş), li Amedê jidayîk bûye, 13’ê Çileya 2024’an li Metîna şehîd bû. 

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.