- Dr. Kamiran Berwarî peymana PDK-Bexdayê weke dewama peymanên li Urdun û Ummanê destnîşan kir û anî ziman ku peymana li ser Şengalê dewama êrişên DAÎŞ’ê ye. Berwarî xwest her kes xwedî li Şengalê derkeve.
Hikumeta Iraqê û PDK’ê di 9’ê Cotmeha 2020’î de mohra xwe danîn binê peymanekê û bi vî rengî îradeya xelkê Şengalê û saziyên wan nas nekirin. Peyman bû sedema nerazîbûna civaka Êzîdî û gelek derdoran. Bi vê peymanê dixwazin Navendên Asayîşê yên Êzdîxanê bigirin û zêdetirî 8 hezar leşkerî li herêmê bi cih bikin. Piştî nerazîbûnan rayedarên Iraqê neçar man hevdîtinê bi Meclîsa Xweser a Demokratîk a Şengalê re bikin. Di hevdîtinê de biryar hat dayîn ku wê navendên asayîşê yên Êzîdxanê yên li Şengalê, Sinûnê û Xanesorê bimînin.
Hevserokê Eniya Demokratîk a Gel û Endamê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Dr. Kamiran Berwarî, sedem û encamên peymana Şengalê û rageşiyên li Herêma Federal a Başûrê Kurdistanê axivî.
Berwarî anî ziman ku li Rojhilata Navîn hin hêz hene ku dixwazin li gorî siyaset û berjewendiyên xwe yên şexsî Rojhilata Navîn jinûve dîzayn bikin û Berwarî bal kişand ser peymana 9’ê Cotmehê ya di navbera Hikûmeta Navendî ya Iraqê û PDK’ê de li ser Şengalê hat îmzekirin û got: ”Komploya li Şengalê dewama êrişên çeteyên DAIŞ’ê ya di sala 2014’an de li dijî civaka Êzîdî ye. Dema ku di sala 01.06.2014’an de ev kompolo li Urdun û Ûmanê pêk hat, 11 hêz û alîgirên Kurdistanî li gel DAÎŞ’ê amade bûn û dest bi plana êrişa li ser xaka Kurdisanê kirin. Ev komplo hîn jî dewam dike û nehatiye hilweşandin. Her wiha dewletên cîran û 7 welatên navdewletî jî di vê komployê de cihê xwe girtin. Dagirkirina Şengalê di sala 03.08.2014’an de û di 9’ê Cotmeha 2020’an de her du jî heman tiştek û çi ferqa xwe ji hevdû tineye. Êrişa ku DAÎŞ’ê di sala 2014’an de nîv de hiştin, îro ev hêz dixwazin vê êrîşê temam bikin. Armanca herduyan jî heman e. Hevkarên êrîşa li ser Şengalê Başûr û Iraq e. Bi van êrîşan dixwazin civaka Êzidî ji hevdû qut bikin û civakê parçe bikin.”
Ev bêrûmetî wê neyê jibîrkirin
Berwarî da zanîn ku bêbextiya li ser Şengalê di bin kontrola hêzên dagirker de tê meşandin û wiha dewam kir: ”Piştî civîna li Urdun û Enqereyê biryar hate girtin ku peyman li ser Şengalê were îmzekirin. Hêzên dagirker dixwazin ew çeteyên DAÎŞ‘ê yên ji derve mane bînîn li herêmê bi cih bikin. Ev hêzên dagirker dixwazin nexşeya Şengalê ji holê rakin û li gorî berjewendiyên xwe birêve bibin. Ev hêz bi xwe jî baş dizanin ku xweseriya Şengalê wê dawî li dîktatoriya li hemû parçeyên Kurdistanê bîne. Vê yekê ji bo xwe weke tehlûke dibînin û dixwazin xweseriya Şengalê têk bibin. Bi vê peymanê dixwazin peyamê bidin hemû gelên Iraqê û Kurdisanê ku ti kes daxwaza azadî û mafên xwe yên herî rewa neke. Her herêm li gorî rengê xwe mafê xweseriyê û otonomiyê heye. Mafê ti kesî nîne ku xwe daxilî kar û barê Şengalê bike. Bêrûmetî û şerma herî mezin ew bû ku pêşmergeyên PDK’ê û hêzên Iraqê xelkê Êzîdî bêparastin hiştin û paş de reviyan. Dîsa bêrûmetiya herî mezin ew e ku piştî 6 salan werî herêmê û bibêjî civaka Êzîdî ‘ez ê we birêve bibim’.
Şengalê biparêzin
Ev hêzên komploger dixwazin destpêkê vê plana xwe ya qirêj li ser Şengalê biceribînin û paşê berê xwe bidin Rojava û Başûrê Kurdisanê. Tişta ku vê komployê pûç dike jî îrade û berxwedana civaka Êzîdî ye. Divê tevahiya gelên Kurdistanê û alîgirên demokrasiyê li ber vê komployê rabin û cihê xwe li gel civaka Êzîdî bigre û destûra fermanek din nedin. Divê çar parçeyên Kurdistanê li dora Şengalê, Hêza Parastina Şengalê, keç û xortên xwe kom bibin û berhemên xwîna şehîdên xwe biparêzin.”
ANF/DUHOK