- Çalakiyên ciwanan ên li dijî bêbextiya navneteweyî li Hanauyê dest pê kirin. Ciwanan û înternasyonalîstan hem bêbextiya navneteweyî rûreş kir û hem jî komkujiya li dijî koçberên li Elmanyayê.
AGÎT ERKENDÎ
HANAU
Ciwan û înternasyonalîstan çalakiyên xwe yên 8 rojan ên li dijî bêbextiya navneteweyî ya 15´ê Sibatê, pêncşemê li bajarê Elmanyayê Hanauyê da destpêkirin. Di çarçoveya van çalakiyan de îro li Frankfurtê wê meş bê lidarxistin. Ciwanên Kurdisatanî û înternasyonalîst, bi vê yekê di salvegera 22’yan a bêbextiya navneteweyî de, vê bêbextiyê rûreş dikin.
Ciwanên Kurd û înternasyonalîstan her sal meşên dirêj li dar dixistin di salvegera bêbextiyê de. Îsal ji ber tevdîrên pandemiyê, ev meşa dirêj nekarî bê organîzekirin. Li şûna wê 8 rojan bê navber çalakî tên lidarxistin.
Çalakiya pêşî pêncçemê li Hanauyê hat lidarxistin. Par 19’ê Sibatê di êrişeke nijadperestên Elman de li Hanauyê 9 koçber hatibûn qetilkirin û di nava wan de Kurd jî hebûn. Di çalakiya ciwanan a li Hanauyê de nûnerên rêxistinên Kurdistanî û Elman jî hazir bûn. Çalakî li meydana Markplatzê ya Hanauyê bi rê ve çû û tevî barana zêde jî gelek kes beşdarî çalakiyê bûn.
Di çalakiyê de pêşî ji bo ciwanên koçber ên li Hanauyê hatin qetilkirin rêz hat girtin. Di axaftinan de paşê bêbextiya navneteweyî hat rûreşkirin; ev bêbextî li dijî gelê Kurd hat kirin û di encama wê de 15’ê Sibata 1999’an Abdullah Ocalan dîl hat girtin. Çalakgeran tecrîdkirina Abdullah Ocalan û sîstema tecrîdê ya Îmraliyê jî rûreş kir. Ciwanan û înternasyonalîstan xwest Rêber Abdullah Ocalan bê serbestkirin.
Di çalakiyê de bi sînevîzyonekê sîstema tecrîdê ya Îmraliyê hat danasîn. Bi dovîzan û pankartan jî gotinên Ocalan hatin belavkirin. Di çalakiyê de Întenasyonalîstên Elman û Katalan jî amade bûn. Di dema çalakiyê de îmze ji bo kampanyaya nameyan hatin berhevkirin. Ev name ji Neteweyên Yekbûyî (NY) re wê bên şandin û ji sekreterê giştî yê NY’yê bê xwestin ji bo azadiya Ocalan hewl bide.
Heta 13’ê mehê ciwan çalakiyan dewam dikin
Ev rêza çalakiyan wê heta 13’ê Sibatê dewam bike. Plansaziya mayî ya ya çalakiyan wiha ye:
* Îro (6’ê Sibatê) li Frankfurtê meşek tê lidarxistin. Cihê civanê Günthersburgpark e.
* Sibe (7’ê Sibatê) li Mainzê çalakî heye. Cihê mîtîngê Domplatz e û çalakî wê saet 14.00’an dest pê bike.
* 8’ê Sibatê li Darmstadtê saet 14:00’an meşek tê lidarxistin. Çalakî wê ji ber gara trênan a bajêr (Darmstatd Hauptbahnhof) dest pê bike.
* 9’ê Sibatê li Mannheim, 10´ê Sibatê li Esslingenê, 11’ê Sibatê li Bad Canstadtê, 12’ê Sibatê li Freiburgê meş û mîtîng tên lidarxistin..
* Çalakî wê 13’ê Sibatê li Freiburgê bi mîtîngeke girseyî bi dawî bibin.
Kitêbxaneyên Ocalan
Kitêbxaneyên seyar ên Ocalan li Elmanyayê gera xwe ya li bajarand dewam dikin. Kitêbxaneya ji Bremenê dayî rê doh piştî Oldenburgê, berê xwe da Hamburgê. Otobusa kitêbxane tê de li gara trênan a Hamburgê bi sloganên “Ji Ocalan re azadî” hat pêşwazîkirin. Parlamentera eyaleta Hamburgê ya partiya Çep Cansu Ozdemir li vir got, “Ocalan di nava miletên diyayê de weke mirovekî fikr û fîlozof tê nasîn.” Li Hamburg Altonayê jî kitêbên Ocalan li xelkê hatin belavkirin.
Kitêbxaneyeke din a seyar jî 4’ê Sibatê ji Stuttgartê dest bi gera xwe kiribû. Kitêbxane piştî Karlsruhe, doh li Pforzheimê bû. Ev kitêbxane jî wê gera xwe li îro li Heilbronnê bi dawî bike. Kitêbxaneya sisiyan a seyar a li Elmanyayê wê 8’aê Sibatê ji Berlînê dest bi gera xwe ya sê rojan bike. Kitêbxane wê biçe bajarê Elmanyayê Kasselê.