Bê sûret nemînin

Nûçeyên Çand/Huner

În 27 Çile 2023 - 00:43

  • Kovara fotografiyê ya bi navê “Sûretgraf” hejmara xwe ya ewilî derxist. Ew dil dike arşîveke dîtbarî ji bo Kurdî ava bike. Kovara ku weke kaxiz çap dibe, dixwaze xelkê bi çîrok û manewiyata fotografan bihesîne û dibêje, “bê sûret nemînin.”

Di vî zemanî de ku kaxiz pirr biha bûye, gelek kovar û rojname mecbûr dimînin dawî li weşanên xwe bînin. Her wiha gelek weşanxane jî bi heman fikar û gumanan hatin girtin û hinekan ji wan jî hejmara pirtûkên çapkirî kîm kirin. Di warê weşangeriyê de êdî kovar û weşanxane bêhtir dîjîtalîze dibin û li ser îneternetê hebûna xwe bi aweyekî didomînin. Jixwe bazara Kurdî jî her “qewî kete tinebûnê” di vî warî de lê dîsa jî li gel kovarên dîjîtal hîna jî hin kovarên matbû yanî bi çapa li ser kaxezê derdikevin û xwe digihînin ber destên xwendevanan. 

Di nava vê mehê de kovareke bi Kurdî ya bi navê “Sûretgraf” ku weke kaxiz ango matbû hat çapkirin li van kovarên Kurdî zêde bû. Kovara Sûretgraf kovareke fotografan e û li gorî hejmara xwe ya ewilî pirr bi rêk û pêk e. Dosyayên cihê, werger, hevpeyvîn, fotoçîrok, teknîka fotografê û her wiha fotografên xwedî nihêrînên cihê ên hejmara ewilî ji bo siberojê hêviyeke xweş çêdikin bi mirov re. Berg û dîzaynên kovarê jî têra xwe serketî ne. Cara ewilî ye ku kovarek wiha bi reng û qalîteyeke baş derdikeve, di warê fotografê de karekî cidî hildigire ser milê xwe û tevî nivîsên Kurdî, xwe digihîne ber destên fotografhezan. Kovar bi Kurmancî, Kirmanckî, Soranî û Ingilîzî weşana xwe dike. Kovara Sûretgrafê hewl dide salê du hejmaran biweşîne û hejmara ewilî weke hejmara Zivistan û Biharê bi nav dike. Edîtorê kovarê Mem Artemêt da zanîn ku ew ji niha ve haziriya hejmara duyemîn dikin û dil dikin ku Havîn û Payîzê bi dosya û mijarên taybet û her wiha fotografên kêm hatine dîtin, derkevin pêşberî xwînerên xwe.

 

Bi çîrok û manewiyata fotografan bihesin

Li ser meseleya çapkirina weke matbû, edîtoriya kovarê nirxandineke bi vî rengî dike, “Helbet haya me ji zehmetiya vê pêvajoyê jî heye, me dikaribû kovareke dîjîtal jî derxista lê ji ber ku fotograf bi matbu û fîzîkê re pêwendîdar e û hewce ye hûn wan fotografan hildin destê xwe û bi çîrok û manewiyata wan bihesin me biryara kovareke matbû da. Hêviya me ew e ku em bibin kovareke demdirêj a edeb û fotografa Kurdî.” 

 

Xema arşîveke Kurdî ya dîtbarî

Kovara Sûretgraf di hêlekê de jî dilnizm e û derê xwe ji kesên amator re jî nagire. Ew hay ji kelecaniya amatorî jî heye û dide zanîn ku wan tenê ji bo fotografkarên profesyonel texayula kovarekê nekiriye. Kovara Sûretgrafê ku bi xema siberojê bibe arşîv û mektebek derdikeve got; “Kesên amator ku dil dane fotografê, kesên li ser fotografê dixwînin û dinivîsin, kesên li pey çîrokeke fotgrafîk ketine û bo wan hemû kesan e ku ligel fotografiyê pêwendiyeke wan a qewî yan jî sist heye. Hûn dikarin li ser fotografeke xwe ya zarokatiyê jî ji me re binivîsin, rehet bin, li derê me bidin em ê we bihewînin. Mebesta me ji vê pêngavê ew e ku em perspektîfên cuda biafirînin û pişt bidin ku arşîveke Kurdî çêkin û ligel vê bibin mektebeke dîroka dîtbarî û fotografê.”

 

Herka heyatê û qolincên wê

Edîtorê kovarê Mem Artemêt hizir û hestên wênegiran ango kêliyên herka heyata wan ku ew niha tê de dijîn, bi vî awayî diresmîne; “Niha li saranserê cîhanê gelek fotgrafkar hene ku fotografan digirin, hin ji wan şahidiya şerekî dikin û dema pêlî deklanşorê dikin rondikek ji çavên wan dirije, hin ji wan fotografên dawet û şahiyekê digirin û bişirînek li ser rûyê wan belav dibe, hinan ji wan bi wan makîneyên analog fotograf girtine û wan fotografan di odeyeke tarî de dişon, hin ji wan fotografên ku 40-50 sal berî niha girtine bi prînterekê dîjîtalîze dikin û daqûlî bîra rabuhiriyê dibin, hin ji wan zû ve ye fotograf negirtine û li makîneya xwe ya fotografan dinihêrin û dikewgirin, belkî hin ji wan makîneya xwe ya ewil standine û bi wê heyecanê lensa xwe davêjin ser makîneya xwe û fotografa xwe ya ewil digirin. Axir fotograf piçekî jî bi vê keser, huzn, heyecan û kêfxweşiyê heye. Hûn bi kovara me -xwe- di kîjan weziyetê de bin jî lê razî bin ji ber ku heyat herkek e ku mirov bi hemû sanciyên xwe lê ye.”

 

Bê sûret nemînin…

Mem Artemêt di vê hejmarê de bi fotografkarê navdar Enver Ozkahraman re hevpeyvînek kiriye, her wiha Armanc Dayan jî bi Selmet Guler re hevpeyvînek pêk aniye. Wekî din Ardîn Dîren, Yusuke Suzuki, Aydin Batur, Aylîn Kizil, Îbrahîm Bulak, Mansoor Mohamadi, Murad Dildar, Omer Delikaya, Orhan Qereman, Rûken Onen, Rûşen Takva, Sevda Yuce, Tehsîn Beravî, Younes Mohammad, Yucel Albayrak û Zendîbav jî bi nivîs û fotografên xwe piştgirî dane Kovara Sûretgrafê û dibêjin, “Bê sûret nemînin.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.