ŞEYDA ILYAS / ROJNEWS / ŞENGAL

Jinên Êzîdî her roja ku derbas dibe hîn zêdetir xwe li ser fikir û ramanê Rêber Abdullah Ocalan perwerde dikin. Divê çarçoveyê de li Şengalê tevî kar û xebatên cuda, dewreyên perwerdeyan tên vekirin û civak xwe ji nû de perwerde dike. Jinên ku beşdarî dewreya perwerdeyê ya Akademiya Şehîd Binevş Egal bûn axivîn. Jina ciwan ya bi navê Bêrîvan Feqîr got; “Ji bo pêşxistinê em tevlî perwerdeyê dibin, em weke jinên ciwan xwedî hêz û îrade ne, tirsek me ji kesî nîne, ji ber em her dem xwe li ser fikir û raman Rêber Apo perwerde dikin. Ev 9 rojin em perwerdeyê dibînin, xalên ku herî zêde li ser disekinin jin û malbat, şerê taybet, dîroka xwe naskirin û rastiya dijminê xwe naskirine. Piştî hatina min yê vê perwerdê di kesayeta xwe de guhertinê dibînim û dixwazim her dem bi hêz bibim. Beriya ku em werin perwerdê me xwe nas ne dikir, lê niha di nava perwerdê de hîn zêdetir me hêz û îradeya xwe nas kir heta dîroka Êzdayetiyê jî me nas kir, bi saya vê perwerdê. Her kesê ku were perwerdê dikare bêje ez heme, çawa ku em bê nan û av nikarin bijîn, em nikarin bê perwerde jî jiyan bikin. Ji bo wê jî dibêjim bila her keçek ciwan were û tevlî vê perwerdehiyê bibe.”

Ez dixwazim xwe zana bikim

Dayê Tewrê Şengalî jî li ser beşdarbûna xwe ya perwerdê wiha kêfxweşiya xwe anî ziman: “Em weke dayik gelek kêfxweşin ku em tevlî vê perwerdê bûne. Armanca min ji hatina perwerdê xwe xurt bikim û zana bikim, da ku tola dayîkk û xwîşkên xwe rakim. Ger em vê yekê baş bizanibin bi riya zanist û perwerdê em dikarin parastina xwe bikin. Beriya em fikirê Rêber Apo nas bikin, me nedikarîbû dengê xwe bikin. Em bi saya fikirê Rêber Apo hene û bi rehetî dijîn. Êdî jinên Êzîdî hatine wê astê ku bi xwe parastina xwe bike û li ber xwe bide.”

Li ser fikrê Rêber APO perwerde bibin

Dayê Tewrê ev bang kir: “Banga min ji her dayikek û keçek ciwan re bila werin tevlî perwerdê bibin û xwe zana bikin. Pêwîste em ji bîr nekin, ji ber em ne perwerde kirîbûn, me nekarî li ber fermanê bisekinin. Bila hemû Êzîdî bibin yek deng û yek dest û hemû miletê me yê ku li wargehan jiyan dikin vegerin ser cih û warê xwe û xwe pêş bixin. Tekane riya xilasiya me, xwe li ser fikir û felsefeya Rêber Apo perwerde kirine.”