Bê Kurdî û hevserokatî nabe

Sêşem 27 Cotmeh 2020 - 16:35

  • KJK’ê rexne kir ku hin partiyên Kurd kurdî û pergala hevserokatiyê li nîqaşê vedikin. KJK’ê diyar kir ku di van her du meseleyan de tawîz nayê dayîn û xwest li her deverê kurdî were geşkirin û hevserokatî were pêkanîn.

Koordînasyona KJK’ê bang kir ku bila li her qada jiyanê Kurdî were geşkirin û pergala hevserokatiye were mezinkirin.
Koordînasyona KJK’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku têkoşîna azadiyê di qonaxeke dîrokî re derbas dibe.
Di daxuyaniya KJK’ê de tê gotin:
“Li Bakurê Kurdistanê ji ber ku Kurdî û çanda Kurdî tê qedexekirin Dimilkî tê ber qedandinê û heman xetere li ser Kurmancî jî heye. Siyaseta li dijî azadiya jinan û dijminatiyê dike jî, di tu demên desthilatdariyê de wisa bi pîlan û pergal nehate kirin. Li ser jinên Kurd şerê taybet tê meşandin.

Kurdî û hevserokatî ne mijarên nîqaşê ne

Li Rojava ji bo yekîtiya neteweyî ya Kurdan nîqaş tê kirin û tê diyarkirin ku ENKS li dijî perwerdehiya bi Kurdî û pergala hevserokatiyê helwesteke neyînî nîşan dide. Hin partiyên Kurdan perwerdehiya bi Kurdî û pergala hevserokatiyê li nîqaşê vedikin û dikin amûra siyasetê. Ev dihêle ku mirov bipirse gelo bi rastî ev partî yekîtiya neteweyî dixwazin. Di vî warî de em piştgiriyê didin daxuyaniyên Rêveberiya Xweser û Kongra Starê. A niha li Başûrê Kurdistanê ji bo şertê yekîtiya neteweyî ma dikare bibêje, ‘Bila perwerdehiya bi zimanê zikmakî tunebe, bila perwerdehî bi Erebî be’? Na, tu tevgera Kurdan nikare vî tiştî bibêje û diyar bike.

Hevserokatî destketiya jinên Kurd e

Pergala hevserokatî û temsîliyeta wekhev ji bo avakirina pergala şaristaniya demokrtîk gaveke dîrokî ye. Pergala hevserokatiyê encama feraseta azadiyê ya Rêber Apo ye. Hevserokatî û temsîliyeta wekhev bi ked û berxwedana xurt a jinên Kurd ava bûye û li ser esasê artêş û partîbûna gerîlayan bûye gaveke pratîk. Pergala jinan û xebatên şoreşa jinan bi hewldan û fedakariyeke mezin bi pêşengiya jinan ji aliyê gelê me ve tê geşkirin.
Şoreşa jinan îro bi awayê herî xurt li Rojava pêk tê. Jixwe ji Rojava berxwedana YPJ’ê tê zanîn û hemû dinyayê ew qebûl kiriye. Divê ENKS ji bo îradeya şervanên azadiyê yên jin, şehîdên me yên jin û hurmeta xeta azadiya jinan divê pêşniyazeke wisa nekira. Ev ne meseleyên wisa ne ku li ser maseyan werin axaftin û nîqaşkirin.

Nabe gav paş ve bêne avêtin

Li her qadên ku gelê me û jinên Kurd lê dijîn wê ji bo perwerdehiya bi zimanê zikmakî û pergala hevserokatiyê tawîz neyê dayîn. Têkoşîna azadî û demokrasiyê, bi nasnameya jinên azad, azad dibe û bi çand û zimanê xwe dijî. Yekîtiya neteweyî ya Kurdan wê li ser rêgezên jinên azad û civaka azad were avakirin.
Em bang li gelê xwe dikin li her qada civakê em ji bo geşkirina zimanê zikmakî û temsîliyeta hevserokatiyê têbikoşin.

Em kurdî li her qadê geş bikin

Di çarçoveya ‘Li dijî qirkirina jinan, dema parastia jinên azad û civakê ye’ ya KJK’ê em bang li gel, jin, meclîsên jinan dikin, li dijî jiholêrakirina zimanê me yê zikmakî Kurdî, em ne bi tenê ji bo perwerdehiya bi zimanê zikmakî, em bikin ku li her qada jiyanê em Kurdî bi kar bînin. Civakeke ku bi zimanê xwe yê zikmakî nejî, civakeke mirî ye.
Azadiya jinan û azadiya gelê me, ji hev nayê qutkirin. Ji ber vê jî em modela hevserokatî û temsîliyeta wekhev biparêzin û geş bikin. Ji bo azadiya jinan û wekheviyê em xebatên xwe bi berxwedaneke mezin geş bikin. Rojeva sereke ya kampanya û pêngavên jinên Kurd divê perwerdehiya bi zimanê zikmakî û parastina pergala hevserokatiyê be.”

ANF/BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.