Bê berxwedan nedibû

În 12 Tebax 2022 - 21:15

  • Girtiya azadiyê Mizgîn Ronak piştî ku 30 salan di hepsê de ma, 30´ê Tebaxê hat tehliyekirin. Ew pêr êvarê li Amedê bi gul û kulîlkan hat pêşwazîkirin.

Girtiya azadiyê Mizgîn Ronak piştî ku 30 salan di hepsê de ma, 30´ê Tebaxê hat tehliyekirin. Ew pêr êvarê li Amedê bi gul û kulîlkan hat pêşwazîkirin. Ew ji Jinnewsê re peyivî. Wê ji rojnamevan Rojda Aydin û Gulistan Dursun re got, ew azadiya xwe diyarî wan kesan dike ku têdikoşin. 

Mizgîn da zanîn ku piştî wê li strana “Li ser me ferman e” guhdarî kir biryar daye ku di nav têkoşînê de cih bigire: “Min ji xwe re digot ‘heger rewş wiha be, ez nikarim normal bijîm, bê bertek bisekinim û bê serhildan û bê berxwedan bimînim’.

Min dît ku ez jî bûme serhildaneke Kurdistanê.”

Mizgîn Ronakê li ser berhemdariya xwe ya di zindanê de dibêje, “Xwestin dengê min qut bikin. Lê belê min di nava çar dîwaran de têkoşîna xwe domand û pirtûkên xwe nivîsandin. Her kes jî dizane ku rewş û jiyana girtîgehê çawa ye. Lê girtîgeh ji bo girtiyan wek tabûtekê ye. Wek mirina bi saxî ye. Kal û pîrên me gelek caran ev anîne ziman. Girtîgeh bûne gorên komî. Tomerî çawa ku li çiyê hebûn, li zindanan jî gorên tomerî hebûn. Mirov di warê organîk te zindî bûn. Ji ber vê yekê, berxwedan gelekî giring e. Em hemû jî baş dizanin ka sembola berxwedanê kî ye. Berxwedana heval Mazlûm Dogan roja ku dest pê kiriye heta roja me ya îro tê. Dema ku mirov dibêje, zindan, tiştên ku bên gotin gelek in. Belkî mirovên herî azad ên di girtîgehan de ne. Wekî ku tê gotin, xeyalên herî azad di zindanan de ne.”
 
Bêriya demsalan kiribû

Mizgîn Ronakê got, di girtîgehê de jiyan gelek cuda ye: “Di girtîgehê de demsal tinebûn. Ji ber vê yekê jî mirov bêriya her çar demsalan dike. Min jî gelekî bêriya bêhna demsalan kiribû. Ji ber ku di nava çar dîwaran de demsal tine ne.”

Mizgîn Ronak sala 1992’yan, gava ku hîna 19 salî bû li Amedê li Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê (DGM) hat dadgehkirin û vê dadgeha zilma dewleta Tirk, bi îdîaya “endamtiya rêxistinê” cezayê heta hetayê yê hepsê lê birrî.

Mizgîn, sala 1973’yan li gundekê Licê ya ser bi Amedê hat dinyayê. Di hepsê de tevî astengiyan bi salan nivisên xwe yên di rojnameya Azadiya Welat de dewam kirin. Her wiha nivîsên wê di gelek kovaran de jî hatin weşandin. Weke parêzvaneke ziman û wêjeya kurdî tê nasîn û heta niha gelek berhem nivîsîne. Pirtûka “Sêv jî me dikûjin” dîwana wê ya yekem e. Her wiha pirtûkên “Dilavî”, “Nobedarê Gulên Kobanê”, “Gorçiya Ne Em” û “Rojhat” jî nivîsiye. Çîrok, helbet û romanên ku nivîsiye ji aliyê weşanxaneyên Lîs, Ar, Sîtav û Aramê ve hatine çapkirin.

Mizgêîn Ronak ji ber pençeşêra memikan derman dibe.

NAVENDA NÛÇEYAN 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.