Navenda Ragihand û Çapemeniyê ya HPG`ê nasnameya gerîlayê ku 7’ê Tîrmehê li herêma Avaşînê ji aliyê dewleta Tirk ve bi çekên kîmyewî û jehrî şehîd bûbû, eşkere kir.
HPG´ê got, “Dewleta Tirk a dagirker ku nikare li ber gerîlayên me yên azadiyê bisekine, ji bo karibe rewşê berovajî bike, kirinên li derveyî mirovahiyê û derfetên teknîkî bi rengekî bêsînor bi kar tîne. Tevî vê yekê gerîlayên Kurdistanê bi derfetên kêm li ser xeta serketinê têdikoşin. Têkneçûn û xurtbûna îradeya Apoyî bi pratîka xwe ya şer, careke din nîşan dan. Artêşa Tirk a dagirker ku di vê pêvajoya berxwedanê de li ber şikestinê ye, li dijî gerîlayên me her roj gazên bi jehr û kîmyewî bi kar tîne. Di encama êrişa bi gazên kîmyewî û bi jehr de hevrêyê me Baz 7’ê Tîrmehê şehîd bû. Ji roja destpêkê ya êrişên dagirkeriyê û vir ve cihê xwe li refên herî pêş girt û bû yek ji pêşengên Berxwedana Girê Sor ku derbên giran li dagirkeran xist. Milîtanê me yê Apoyî yê nemir hevrêyê me Baz weke yek ji pêşengên ala serketinê hildide, wê di dîroka bi rûmet a gelê me de her tim bi hurmeteke mezin bê bibîranîn.”
HPG´ê nasnameya şehîdî wiha eşkere kir:
* Baz Gever (Firat Şahîn) ê li Colemêrgê ji dayik bûye, kurê Ferman û Kerem, 7’ê Tîrmeha 2021´ê li Avaşînê şehîd bû.
BEHDÎNAN