Bazarê di ser azara milet re dike

Çarşem 24 Mijdar 2021 - 23:25

  • Rojnameya Elman F.A.Z. bi serokê hikûmeta PDK´ê Mesrûr Barzanî re li ser meseleya penaberan peyiviye.

Rojnameya Elman F.A.Z. bi serokê hikûmeta PDK´ê Mesrûr Barzanî re li ser meseleya penaberan peyiviye. Mesrûr Barzanî ji rojnamevan Christoph Ehrhardt re gotiye, ew di guhê de gê de bûye. Yanî haya wî ji bayê felekê nebûye. Heta ku krîz derneketiye jî, nizanîbûye ku xelkê wî bi hezaran penaber bûye, li Belarûsê li ser sînorê Lehistanê hewl dide bikeve nav sînorê Yekîtiya Ewrûpayê (YE).

Mesrûr Barzanî bi qasî ku ji peyivîna wî ya ji vê rojnameyê re diyar dibe, berê xwe daye stratejiya berê ya PDK´ê: Krîzê veguherîne firsendê ji bo alîkariyê ji welatên derve bistîne. 

Ew doza alîkariyê dike li dijî şebekeyên mirovan derdixin derveyî Kurdistanê û her wiha doza "angajmaneke xurttir" a Ewrûpiyan jî dike. 

Mesrûr Barzanî wiha dibêje ka çawa haya wî ji bayê felekê nebû: "Em pê nehisiyan ka çi diqewime û em ecêbmayî man ku gelek mirov ji Kurdistana Iraqê berê xwe dane Belarûsê. … Beşeke mezin ji wan di ser welatên weke Dubaî û Tirkiyeyê re çûne."

Mesrûr Barzanî zû behsa daxwaza dike. Ew behsa wê dike ka çawa bi zorê Ewrûpiyan karî sînorê xwe li ber penaberan bigirin û dibêje, divê Ewrûpî heman angajmanê di têkoşîna li dijî sedemên penaberiyê de jî nîşan bidin: "Pêdiviya Iraqê ji vê krîzê û wêde jî  bi angajmaneke mezin a Elmanya û Ewrûpayê heye di hevkariya geşedanê de."

Barzanî weke ku serokwezîrê hikûmeta Hewlêrê ne ew be, xwest Elmanya û Ewrûpa "di têkoşîna li dijî gendeliyê de" alîkariyê bidin Iraqê. Pirsa, ka çima ji çar paran sisiyê penaberên ji Iraqê yên li Belarûsê Kurdên Başûr in, zêde serê wî naêşîne. Ew vê yekê weke rexneyeke li xwe jî nabîne.

FRANKFURT

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.