Bazara qirkirinê li Enqerê danîn

Çarşem 8 Hezîran 2022 - 22:12

  • Wezîrê Karê Derve yê Rûs Lavrov bi daxuyaniya xwe ya piştî hevdîtina bi hevpîşeyê xwe yê Tirk Çavuşoglu re, Rûsya dîsa kir hevxemê dewleta Tirk û ji fikarên wê yên ewlehiyê fêm kir. Dewleta Tirk bi hinceta van fikaran dixwaze Kurdan li temamê Sûrî qir bike.

Wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov îro li paytexta Tirkiyê Enqereyê bi hempîşeyê xwe yê Tirk, Mevlut Çavuşoglu re civiya. Wan rewşa li Ukraynayê û ya li Sûriyê nîqaş kir. Elaqedarî Ukraynayê, Lavrov piştî civînê got, welatê wî amade ye ji bo derbaskirin û bazirganiya dexil û genim civînekê li Stenbolê li dar bixe. Elaqedarî Rêveberiya Xweser û dosya Sûriyê, Lavrov gotinên beriya civînê yên rayedarên Rûs û wezareta xwe dubare kir: Wî jî ji endîşeyên li ser ewlehiya sînor ên dewleta Tirk fêm kir. Esas wî rola Rûsyayê ya garantoriya agirbestê bi temamî ji bîr kir. Ev jî dike ku fikar zêde bibin ku Moskov û Enqerê li ser pêleke din a dagirkeriyê ya li dijî Rêveberiya Xweser li hev kiribin. 

Wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov pêr gihîşt Tirkiyê û îro jî hevdîtina bi Çavuşoglu re kir. Du mijarên sereke ewlehiya derbaskirina dexilê Ukraynayê di Derya reş re û dosyaya Sûriyê bûn.

Ji bo genim wê civîn bibe

Piştî hevdîtina her du wezîran, Sergey Lavrov di civîneke çapemeniyê de got, welatê wî amade ye li Stenbolê têkildarî derbaskirina genim bi Neteweyên Yekbûyî (NY), Tirkiye û Ukraynayê re civînekê li dar bixe.

Lavrov îdîa kir ku elaqeya rewşa genimê Ukraynayê bi aloziya xwarinê ya cîhanê re tine ye. Yanî li gorî wî ev texeyuleke ku welatên rojavayî bi raya giştî ya cîhanê re çêkirine. 

Der barê tevgera leşkerî ya li Ukraynayê de jî Lavrov got “karê welatê wî li Ukraynayê dike” li gorî planê dimeşe û divê “diyalogên aştiyê” beriya ku dan û standina di navbera Pûtîn û Zelensky de pêk were, bên lidarxistin.

Rûs dîsa bûn hevxemê Tirkan

Der barê dosyaya Sûriyê de jî wezîrê karê derve yê Rûsyayê, Lavrov got, peymana bi Tirkiyê re ya têkildarî rewşa Idlibê pirr dereng pêk tê.

Berovajî daxuyaniyên berê yên Rûsyayê yên têkildarî binpêkirina agirbesta di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û dewleta Tirk a dagirker de, Lavrov got, welatê wî “metirsiyên Tirkiyê” yên têkildarî gefên li ser sînorên wê, fêhm dike.

Beriya çendekê, Wezareta Parastinê ya Rûsyayê dabû xuyakirin ku QSD pabendî agirbestê ye, her wiha bang li Tirkiyê kiribû ku li gorî agirbestê tev bigere.

Beriya civînê jî berdevkên wezareta karê derve ya Rûs gotibûn, ew ji “endîşeyên” dewleta Tirk “fêhm dikin”,  lê her wiha xwestibûn ku Tirkiye pabendî peymana agirbestê be. Vê daxuyaniya dawî ya Lavrovî, kir ku mirov ji xwe bipirsin, gelo li ser dosya Sûriyê jî hin bazar hatine kirin yan na û heger hatibin kirin, ev bazarên li ser çi û çawa ne.

Dîsa qirkirina Kurdan derxist pêş

Herçî wezîrê Tirk e wî bal bêhtir bire ser aliyê civînê yê elaqedarî Ukraynayê û got, civîn erênî bûye û aliyê Rûs amadebûna xwe ya vegera maseya muzekereyan eşkere kiriye. Dewleta Tirk a dagirker gefên êrişeke nû li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û dagirkirina herêmên nû yên Sûriyê, dewam dike. Wezîrê wê Çavuşoglu li ser dosya Sûriyê dîsa êrişî hebûna Kurdan kir û got, divê Kurd ji bo yekparebûna xaka Sûriyê, ji Sûriyê bên derkirin. Kurd weke rêxistina terorîst bi nav kirin, ji bo ku qirkirina Kurdan jî weke şerê li dijî terorê bide nîşandan. 

ENQERE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.