Gelek navendên firotin û parastina amêrên mûzîkê li Silêmaniyê heye, lê ya ji hemûyan kevintir û heta niha weke navendeke ya parastina hunerî û çanda Kurdî maye Bazara Mûzîka Silêmanî ye.
Bajarê Silêmanî ya Başûrê Kurdistanê yek ji bajarên bi kuçe û kolanên xwe yên çandî, hunerî, dîrok, helbest û mûzîkê hatî xemilandin û hewandiye. Yek ji taxa herî bedew ya vî bajarî, Bazara Mûzîkê ango Bazara Mecîd Bege ya li nêzîkî Qada Sera ye. Vê bazarê huner û hunermend li bin sêwaneke ya awaz û mûzîka Kurdî de gihandiye hev. Di heman demê de bûye fêrgeheke ya zarokan fêrî huner û çanda mûzîka Kurdî bibin.
Hunermend Casim Heme Xurşîd bi Casimî Saz tê nasîn, Hunermend Arî Fewziye û Mamosta Soran Reûf derbarê avakirin û rola Bazara Mûzîka Silêmaniyê axivî.
Dîroka navendê kevn e
Casimî Saz destnîşan kir ku dîroka avakirina vê navendê digihêje salên 60’î û got: “Gelek hunermend hebûn lê cihê wan taybet yê xwe nebû. Ji ber nebûna ciheke taybet ya parstina çand û mûzîka Kurdî, li gorî dem hunermend li vê bazarê kom bûn. Sala 1987’an hêdî hêdî bû Bazara Mûzîkê. Yekem koma hunerê jî li vê bazarê hate avakirin. Navê wê jî Koma Hunera Hawnaz bû ku heta niha jî dewam dike.”
Ciwan berê xwe nadin muzîka Kurdî
Li vê bazarê heman demê amûrên mûzîkê yên cuda cuda jî tên firotin. Bi taybet amêrên mûzîkê yên folklorî Kurdî yên weke saz, def, Gitar û hwd. Heman demê ev yek bûn parastina hunerê jî. Hunermend Casimî Saz ji amûrên mûzîkê yên nûjen ku gelek dengên cuda yên mûzîkê li xwe digire dilgirane û dibêje; “Ev yek bûye sedem ku ciwanên me berê xwe nedin fêrbûna amûrên mûzîkê yên folklorî yên Kurdî. Ev yek jî ziyaneke mezin li çanda Kurdî dide. Rê li ber pêşketineke mezin a mûzîka Kurdî digire.”
Hikûmet ti xizmetekê nake!
Casimî Saz destnîşan kir ku berê gelek hunermend li vê bazarê kom dibûn û wiha domand: “Mixabin hinek ji wan rehmet kirin. Ev hunermendên kêrhatî û zîrek bûn. Bi hêviya ku ciwanên li vê bazarê kar dikin, hunera Kurdî biparêzin û sembola vê bazarê biparêzin.” Casimî Saz bal kişand ser rewşa krîzên aborî yên li Herêma Kurdistanê, gelek kes tên bazara mûzîkê û got: “Li gorî welatiyan xorek û pêwîstiyên sereke ji amûrên mûzîkê girîngtire. Karê me bi rewşa gel ve girêdayî ye. Hikûmet ti asankariyê bi dikandaran re nake. Baca dikanên wan zêdetir kiriye. Mirov nikare heqê kirêya dikanekê bide. Hikûmet ti xizmetê ji bo xelkê herêmê nake.”
Yekem dikana taybet a muzîkê
Hunermend Arî Fewziye jî xwedî dikaneke ya amûrên mûzîkê ye ku amûran bi kêrê dide mûzîk hezan. Arî Fewziye diyar dike ku sala 1988’an ji ber nebûna cihê taybet ji bo mûzîkê, li vê bazarê yekem dikana taybet ji bo amûrên mûzîkê hatiye vekirin û got: “Piştre gelek hunermend û mûzîkjen hatin vê bazarê û bi wî rengî bû bazareke taybet ji bo mûzîkê. Vê yekê careke din kir ku Silêmanî weke semboleke ya huner û pêşketinê bê dîtin.”
Ev bazar gelek kesan navdar kiriye
Mamostayê mûzîkê Soran Reûf ku xwedî navendeke ya fêrbûna mûzîkê ye û got: “Gelek mûzîkhez tên dixwazin li vir fêrî karê huner û mûzîkê bibin. Krîzên aborî bandora xwe li ser karê li Bazara Mûzîkê jî kiriye. Malbat derfetên wan nîne ku zarokên xwe fêrî mûzîkê bikin.” Soran Reûf diyar kir ku zarokan li van navnedan fêrî reseniya mûzîka Kurdî dikin. Reûf diyar kir ku ya wan keyfxweş dike ewe ku gelek kes ji pêkhateyên cuda serdana bazarê dike. Soran Reûf anî ziman ku gelek kes li vê bazarê fêr bûne û bûne hunermendên diyar.
ROJNEWS/SILÊMANÎ