• Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik Şehîdên Meha Gulanê bi bîr anî û got, "Di bingeha vê tevgerê de têkoşîna şehîdan heye. Eger gelê me îro li ser piyan be, dîrokê dinivisîne, ji mirovahiyê re dibe hêviyek mezin, ev bi van nirxan e."

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik şehîdên Meha Şehîdan bi bîr anî. Bayik têkilî Meha Şehîdan diyar kir wan meha Gulanê kiriye Meha Şehîdan û her wiha jî 18’ê Gulanê jî kirine Roja Şehîdan. Bayik got ew tevgera şehîdan in, heta niha çi bi dest ve anîbin bi keda şehîdan e:’’Em tevgereke şehîdan in. Em li ser xeta şehîdan dimeşin. Li ser armancên wan dimeşin. Di hemû mehan de di hemû rojan de em şehîdan didin. Ev rastiyek e. Bi vêya em nirxan ava dikin, nirxan mezin dikin û diparêzin. Vê, gelê me zindî kir, bi pêş xist, gihîşte asta navneteweyî êdî mirovahî ji gelê Kurd hêviyeke mezin dixwaze. Ev hem bi têkoşîna şehîdan çêbû. Bingeha vê tevgerê şehîd heye. Têkoşîna şehîdan heye. Me çi qezenç kiriye, me bi van şehîdan qezenç kiriye em deyndarê wan e. Em dixwazin deynê xwe bidin. Em li ser vî esasî têdikoşin. ‘’

Her şehîdek kir xeleka têkoşînê
Bayik bi domdarî destnîşan kir ew hêz û çavkaniya xwe ji şehîdan digirin, xeyal, hîs û têkoşîna xwe bi nirxên ku şehîdan ava kirine çêdikin û li ser van nirxan xwe bi pêş dixin. Bayik got,’’Hêza me di vir de ye. Ji ber wê ev tevger bû tevgereke azadiyê. Bû hêviyeke mezin ji bo mirovahiyê. Eger ku me xeta şehîdan ji bo xwe esas wergirt, ev jî Rêber Apo bi me da fêhmkirin. Ji ber ku Rêber Apo xwest ji bo gelê Kurd nirxan ava bike. Ji ber ku hemû nirx ji destê gelê Kurd hatibû wergirtin. Lewma ti nemabû ku ji holê rabe. Rêber Apo ji bo wê têkoşîneke mezin kir. Ev bi şehîdan kir. Ji ber wê her şehîdek kir xelekek ji bo têkoşînê mezin bike, ji bo gelê Kurd nirxan ava bike. Kengî ev nirx hatin avakirin, gelê Kurd jî welê zindî bû, welê bi pêş ket, welê bû hêviyek ji bo mirovahiyê.’’

Civak bi avakrina nirxan hene
Bayik diyar kir ji bo gel bikaribin hebûna xwe bidomînin divê ji bo xwe nirxan ava bikin û domand: ‘’Eger gelek ji bo xwe nirxan ava neke, nirxên azadiyê xurt neke, bi pêş nexe ew gel nikare bijî. Eger ku gelê me îro li ser piyan e, dîrokê dinivîsîne, ji bo mirovahiyê bûye hêviyeke mezin. Ew li ser vê esasê ye. Eger ku me 18'ê Gulanê kir roja şehîdan, sedema wê di wê rojê de hevalê Hakî Karer hate qetilkirin. Hevalê Hakî Karer ne Kurd bû, ne xelkê Kurdistanê bû. Xelkê Tirkiyeyê bû. Hevalê Hakî Karer di wê demê de ku Kurd li têkoşînê xwedî dernediket li gelê Kurd xwedî derket. Li dijî siyaseta dewleta Tirkiyeyê ya qirker derket. Ji ber ku dewleta Tirkiyeyê timî stratejiyek dimeşand ku Kurdan bi tenê bihêle û tine bike. Hevalê Hakî Karer li ber vê yekê rabû û tevlî vê tevgerê bû. Ji ji ber wê hate qetilkirin. ‘’

Em şehîdan esas bigirin
Bayik bang kir ku her Kurdek li şehîdan ji xwe re bike esas: "Me bi şehîdan ev têkoşîn bi pêş xist, hîn jî bi şehîdan em bi pêş dixin. Ti carî em dest ji xeta Rêber Apo, ku xeta şehîdan e, bernadin. Rêber Apo çawa xwe kir berdevkê şehîdan, milîtanên vê tevgerê yên PKK û PAJK'ê jî hemû berdevkên şehîdan e. Lewma temamiya jiyana xwe jiyan dikin, hemû tiştên xwe dixin xizmeta vê xetê. Di vê xetê de serketin heye, encamwergirtin heye. Banga min lazim e her mirovekî me şehîdan ji bo xwe bikin esas. Jiyana wan lêkolîn bikin, bi jiyana wan re jiyana xwe bikin yek, ku karibin wan şehîdan mezin bijîn, mezin bidin jiyîn. Ev wezîfeya me hemûyan e." ANF