Bayê Newrozê rabû

Çarşem 10 Adar 2021 - 01:32

  • Çalakiyên 8ʼê Adarê Roja Jinan a Cîhanê di serî de li Elmanyayê li navendên sereke yên Ewrûpayê bi çalakiyên girseyî û bi coş pêk hatin. Tevî pandemiyê evçend çalakiyên bi hêz bal kişandin ser xwe. Çalakiyan bayekî xurt rakirin û xuya ye ku wê xwe bigihînin Newrozê.

8ʼê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bi giştî li cîhanê bi coş hat pîrozkirin. Lê di nava van pîrozbahiyan hemûyan de pîrozbahiyên herî mezin ên jinên Kurd û dostên wan bûn. Li her devera cîhanê ya Kurd lê hebûn pîrozbahiyên bi coş û xuroş pêk hatin. Di çalakiyan hemûyan de li dijî qirkirina jinan û mafên wan slogan û duruşmeyên nêzî hev hatin gotin. Ji bilî pîrozbahiyên 8ʼê Adarê yên ji Amed û Wanê heta bi Şengal, Reqa, Qamişlo, Heleb, Kobanê û gelek deverên din ên Kurdistanê, li gelek navendên Ewrûpayê jî pîrozbahî hebûn. Nexasim li Elmanyayê ku herî zêde Kurd û Kurdistanî lê hene, hema hema li her navendên Elmanayê çalakiyên jinan hebûn.

Di serî de li paytexta Elmanyayê Berlînê, li navendên sereke yên Elmanyayê li Gîssen, Frankfurt, Darmstadt, Koln, Ulm, Bielefeld, Nurnberg, Munîh, Bremen, Wûppertal, Stûttgart, Saarbrucken, Mannheim, Trîer, Hannover û Dresdenê çalakî hebûn.

Di çalakiyan de slogana sereke “Jin Jiyan Azadî” bû. Hevrîn Xelef a li Serêkaniyê ji aliyê çeteyên Erdogan ve hat qetilkirin nehat jibîrkirin. Di vê çarçoveyê de şoreşa Rojava weke şoreşeke jinê di axaftinan de hat destnîşankirin. Di gelek çalakiyan de jinên milletên din jî li cem jinên Kurd cih girtin û di hin çalakiyên milletên din de jî jinên Kurd cih girtin. Mîna çalakiya li Kolnê ya jinan name dan nûneriya Neteweyên Yekbûyî xwestin sazî û dezgehên navneteweyî li dijî zilma dewleta Tirk a li dijî gelê Kurd û jinan bi berpirsiyariyê xwe rabin.

Girîngiya têkoşîna hevpar

Ji bilî Elmanyayê li gelek navendên ên Ewrûpayê pîrozbahiyên 8ʼê Adarê Roja Jinan a Cîhanê hebû. Li bajarê Viyanayê û Grazê yên Awusturyayê, li paytexta Fransayê Parîsê, li bajarê Bordeaûx, Marsilya û Remsê yên Fransayê, li bajarên Basel, Lûzern, Lûgano, Bellînzona, Cenevre û Lozanê yên Swîsreyê, li bajarê Mîlano yê Îtalyayê, li paytexta Belçîkayê Brukselê û li bajarên wê Antwerpen û Liegeyê, li Danmarkê, li kampa Lavrion a Yewnanistanê û li paytexta Hollandayê Amsterdamê çalakî hebûn. 
Di çarçoveya kampanya "100 sedem û 100 hezar îmzeyên ji bo darizandina dîktator" îmze hatin komkirin. Di hin çalakiyan de wêneyên Rosa Luxembûrg, Clara Zetkîn û Sakîne Cansiz hatin hildan, işaret bi girîngiya têkoşîna hevpar a li dijî sîstema bi serweriya mêr hate kirin.

Di van çalakiyên girseyî de jinên Ewrûpî û jinên Rojhilata Navîn cih girtin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2021 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.