• Şêwekara Cezayîrî ya bi navê Baya, li dervayî pergala akademiyê yanî bêyî perwerdeya hunerî bibîne, tabloyên bêhempa çêkirin. Tenê xewn û xeyalên wê têrê kirin ku wêneyên xweşik çêbike. Şêwekariya wê ya resen ya dûrî teqlîdan Pablo Picasso jî di bin tesîra xwe de hişt û nivîskar û teorîsyen Andre Breton jî hunerê wê weke destpêka azadiyê bi nav kir. 

ARDÎN DÎREN

 

Baya an jî bi navê xwe yê din Fatima Haddad şêwekareke Cezayîrî bû. Ew jineke Qibeylî ango Berberî bû. Xelk wê weke şêwekara ku Pablo Picasso di bin tesîra xwe de hişt jî nas dike. Şêwekar Baya berhemên xwe bi bizaveke hunerî ve girê neda lê rexnegirên hunerê karên wê weke xebatên surrealîst nirxandin. Hin ji wan jî karên wê prîmîtîf, henûn û nûjen dîtin. Baya weke “Ciwaneke şareza ya ji Bakurê Efrîka” jî hate naskirin û hunerê wê bi peyva “Art Brut” (hunerê xam) hate pênasekirin. Art Brut peyveke Fransî ye ku hunerê kesên dervayî pergala akademiyê îşaret dike. Yanî hunerê kesên ku qet neçûne dibistanê û perwerde nedîtine tîne ziman ev peyv. Hunerê jixweber yê ne profesyonel jî dîsa bi vê peyvê tê şirovekirin. Şêwekar Baya ev pênase ji bo xwe bikarneanî bû lê kesên ku hunerê wê dîtin ev pênase ji bo wê guncan dîtin. 

Şêwekar Baya di sala 1931’an de li bajarê Bordj El Kiffan yê Cezayirê tê dinyayê. Dema dibe 5 salî dê û bavê wê dimirin. Dapîra wê ew mezin dike û lê xwedî derdikeve. Paşê jineke Fransî ya bi navê Marguerite Caminat wê digire cem xwe û ew mezin dike. Ev jinik ji bo Baya di huner de pêş bikeve derfetan diafirîne û atolyeyekê ango malekê dide wê. Baya ji ti deverê perwerdeya hunerî nagire, ew bi tena serê xwe rêyeke hunerî peyda dike da ku xemên xwe derbibire. Şêwekar Baya bi saya Marguerite Caminat bi kesên hunermend re jî têkilî datîne û heta ku pêşangeha xwe ya şexsî pêk tîne. Bi vê pêşangeha di sala 1947’an de vedike tê naskirin. Wê demê ew hîna 17 salî ye. Lê piştî tê naskirin vedigere Cezayirê û li wir bi muzîkjen Hadj Mahfoud Mahieddine re dizewice ku ew jî muzîkjenekî navdar yê Cezeyîrî bû. 

Picasso di bin tesîra wê de dimîne

Pêşangeha Baya ya ku di sala 1947’an de tê lidarxistin pirr bala Pablo Picasso dikşîne û bi vî awayî ew û Baya hevdu nas dikin. Pablo Picasso û Baya hevdu li Parîsê nas kirin. Picasso piştî karê wê dibîne gelek di bin tesîra wê de dimîne. Wisa tê texmînkirin ku Pablo Picasso tabloyên xwe yên bi navê “Jinên Cezayîrî” di bin tesîra karên Baya de temam kir û ji karên wê îlham girt. Her wiha gelek hunermend, rexnegir û şêwekar beşdarî pêşangeha Baya dibin. 

 

Destpêka azadiyê û çirûskeke nû

Di nav kesên ku beşdarî pêşangeha Baya bûbûn nivîskar û kesê ku manîfestoya surrealîzmê nivîsandibû ango Andre Breton jî hebû. Heta kataloga pêşengeha wê jî Andre Breton bi xwe nivîsandibû. Ji xeynî şêwekariyê wê gelek seramîkan jî çêkiribû lê ji seramîkên bêhtir wêneyên ku xêz kirin derketin pêş. Andre Breton di kataloga pêşangeha Baya dibêje, “Ez destpêka hunera jinekê teşwîq dikim û ji bo vê yekê diaxivim. Baya weke şahbanûyekê di destpêka vî karî de ye. Destpêka azadiyê û wextekî têgihiştinê. Ji wextê beriya xwe bi awayekî tundraw vediqete. Baya, navekî nû ye di hunerê de û wextekî nû dide destpêkirin. Ew çirûskekê pê dixe.”

 

Welatê xwe naterikîne

Şêwekar Baya piştî dizewice demek dirêj wêneyan çênake. Di navbera salên 1953 û 1963’an de şerê Fransa û Cezayîr jî dest pê dike. Di vê navberê de 6 zarokên wê çêdibin û ew van zarokan mezin dike. Piştî Cezayîr ji bin dagirkeriya Fransayê xelas dibe ew dîsa dest bi çêkirina wêneyan dike. Gelek caran jê xwestin ku ew Cezayîr biterikîne û li Fransayê bijî lê ew careke din venegeriya Fransayê. Her çiqas hin kes û derûdor dixwazin ew bi çanda Fransî dakeve û ji çanda Cezayirî dûr bikeve jî, ew vê yekê qebûl nake û dixwaze li welatê xwe bimîne. Naxwe dê nikaribûya îkonên li welatê xwe ewqasî bi xweşikî xêz bikira. 

Xewn û xeyalên min…

Di tabloyên Baya de rengên zindî her li pêş in. Nexasim jî rengên şîn, sor û zer di tabloyên wê de li pêş in. Wê di van tabloyan de bêhtir cih daye jinên welatê xwe, jinên ku direqisin û dans dikin. Her wiha gelek fêkî û kulîlk jî di wêneyên wê de li ber çav in ku ew jî nîşaneya bereketê ne. Her wiha wê di tabloyên xwe de cih daye amûrên muzîkê jî, amûrên muzîkê yên ku li welatê wê tên naskirin. Tiştekî balkêş e, di wêneyên wê de hema bêje mêr qet tine ne. Wê qet cih nedaye teswîrên mêran û wan xêz nekiriye. Dema dîrokzanê hunerê Salwa Mikdadî li gel wê dipeyive û jê ev pirs dike; “Te îlhama xwe ji çi girt, tiştê ku berê te da hunerê çi bû?” Baya pirsê wiha dibersivîne; “Xewn û xeyalên min…Dema her sibeh şiyar dibûm ev fîgûrên ku min xez kirine di bîra min de bûn. Min wan fîgûrên di xeyalên xwe de xêz kir.”

Şêwekar Baya di sala 1988’an de jiyana xwe ji dest dide. Xebatên wê li Fransa û Cezayîrê hatin nîşandan. Hin xebatên wê li ser pûlên postayê yên Cezayîrê jî cih girtin.