Baxçeyên Rêbertiyê  

Nûçeyên Jiyan/Civak

Pêncşem 4 Nîsan 2024 - 00:55

Li Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê, bi taybetî ji şoreşa 19’ê Tîrmehê  ve şitilên daran û gul tên çandin, baxçeyên bi navê Rêber Abdullah Ocalan tên çêkirin û vekirin. Yek ji xebatên ku balê dikişînin Baxçeyên Rêbertiyê ne. Di navbera salên 2015 û 2023’an de ji Heleb heta Dêrikê li 23 deveran Baxçeyên Rêbertiyê hatine vekirin. Baxçe li Heleb, Şehba (4 baxçe), Kobanê, Minbic, Tebpa, Reqa, Hesekê (2 baxçe), Şedadê, Hol, Til Temir, Zirgan, Til Birak, Til Hemîs, Amûdê, Qamişlo, Tirbesipiyê, Girkê Legê, Dêrik û Til Koçer hatine vekirin.

Li tevahiya baxçeyan gelek dar û gul hatine çandin û xemlek daye bajar û bajarokan. Di baxçeyan de wêneyên Rêber Abdullah Ocalan hatine bicîhkirin, odeyên xwendinê, cihê bernameyên hunerî, cihên rûniştinê û meşê jî hatine amadekirin. Her wiha wêneyên şehîdên têkoşîna azadiyê hatine danîn. Di odeyên xwendinê de di serî de pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan ku bi zimanê Kurdî û Erebî hatine amadekirin, gelek pirtûkên cur bi cur hene.  Baxçeyên Rêbertiyê ji bo tevahiya welatiyan bûne navnîşanên pêşxistina civakîbûn û jiyana wekhev. Ji her temenî xelk tên baxçeyan, hinek li odeyên xwendinê pirtûkan dixwînin, hinek spor dikin, hinek jî bêhna xwe didin, sohbetên li ser jiyanê dikin. Di 4’ê Nîsana 2024’an de jî wê li Kantona Tebqa, navçeya Çilaxa û bajaroka Girbawî yên Qamişlo baxçeyên nû werin vekirin.

ANHA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.