Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê Baxçeyê Xwendinê li taxa Til Hecer a bajarê Hesekê vekir. Hevserokê TEV-DEM`ê Xerîb Hiso, bi dehan endamên saziyan, yekitiya rewşenbîran, siyasetvan, kesayetên civakê û rewşenbîr tev li çalakiya vekirina Baxçeyê Xwendinê bûn.
Merasîmê vekirina baxçe, bi rêzgirtinê dest pê kir, piştre endamê Desteya Rêveber a Yekîtiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê, Mihemed Beşîr axivî û îşaret bi maneya xwendinê kir: "Xwendin pîvana bipêşketina civak û gelan e, ji ber ku civaka naxwîne nikare bi pêş bikeve û ruhê afirîneriyê li cem naxuliqe."
Ji bo nifşekî zana û bîrbir
Hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Xerîb Hiso jî malavahiya beşdarên merasîma vekirina baxçeyê xwendinê kir û got, "Hêvî dikim ku ev baxçe çalakiyên fikrî û çandî yê di nav civakê de zêdetir bike, da ku nifşekî zana û bîrbir tê bigihîje."
Xerîb Hiso hêvî kir ku gelek baxçe werin vekirin û bi rêxistin bibin da ku li tevahiya bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê asta xwendinê bi pêş bikeve, ji bo armanca avakirina civakeke demokratîk, ekolojîk û azad.
Hevserokê Yekîtiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê, Kurdiyar Dirêî, endamên Yekîtiya Rewşenbîrên Hesekê Sûad Xelo û Kewser Mardînî û nûnerê Nivîsgeha Yekîtiya Rewşenbîrên Hesekê Ezher Dawud deriyê baxçe vekirin. Baxçeyê Xwendinê yê Hesekê ji gelek beşan pêk tê. Beşên weke odeya semîneran, pirtûkxane û odeya xwendinê lê hene. n
ANHA/HESEKÊ