Baweriyê bi Heyva Sor tînin

Nûçeyên Dîaspora

Duşem 3 Nîsan 2023 - 02:11

YILMAZ ROJ/WALTERSHAUSEN

 

Li eyaleta Thüringenê ya Elmanyayê, li bajarê Waltershausenê, li dibistana qişleyî Salzmannschule-Schnepfenthalê, xwendekarên dibistanê kampanyayeke alîkariya bi mexdûrên erdhejên 6´ê Sibatê yên Bazarcixa Mereşê dan destpêkirin. Nûnerên xwendekaran Vladimir Garbe û Marleen Köllmer, 891,62 Euro bi merasîmê dan Yekîtiya Bijîşkên Sînornenas û Heyva Sor a Kurdistanê.

Di merasîma li kantîna dibistanê de ji Heyva Sor a Kurdistanê du nûner hazir bûn. Vladimir Garbe got, “Bi desteka rêveberiya dibistanê me kampanya da destpêkirin. Me bi pereyên sandwîç, tost û kulîçeyên firotî 891,62 Euro berhev kirin. Di nava xwe de û bi rêvebeirya dibistanê re em peyivîn û em gihiştin wê encamê ku herî baş wê Bijîşkên Sînornemas û Heyva Sor a Kurdistanê alîkariyê bigihîjînin cihên lazim.” 

Nûnerên Heyva Sor rahiştin çeka sembolîk a 445,81 Euroyî û ji ber ku xwendekaran bawerî bi wan aniye jî malavahiya wan kir. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.