• Komîteya Piştgiriya bi Malbatên Şehîdan re ya PKK’ê diyar kir ku Bawer Botan ji ber nexweşiyê li Rojava şehîd bûye. 

Komîteya Piştgiriya bi Malbatên Şehîdan re ya PKK’ê diyar kir ku Bawer Botan ji ber nexweşiyê li Rojava şehîd bûye. Bawer Botan di şoreşa azadiya Kurdistanê de bi salan gerîlatî kiriye û herî dawî di nav xebatên Tev-Çandê de cih digirt.

Komîteye ji bo şehîd Bawer Botan got, “Hevalê Bawer Botan di xebatên Tev-Çandê de cih digirt û di 5’ê Mijdara 2021’ê de di encama nexweşiyê de li Rojava şehîd bû. Em heval Bawer û di şexsê wî de şehîdên şoreşê bi rêzdarî û bi minet bi bîr tînin, soza biserxistina armancên wan ên Kurdistaneke azad nû dikin.

Heval Bawer Botan di sala 1975´an de li Sêrtê, li navçeya Dihê tê dinê. Sala 1990´î pirr ciwan bi wêrekî û biryardariyeke mezin di nav refên tevgera azadiya Kurdistanê de cih digire. Dîl tê girtin. Pêvajoya zindanê vediguherîne firsenda fêrbûyîna rastiya Rêber Apo, rastiya Kurdistanê û qirkeriya dijmin. Dema ji zindanê derdikeve berê xwe dide çiyayan. Li Botan, Zap, Xinêrê, Garê û Zagrosan gerîlatiyeke serketî dike. 

Bala wî ya li ser huner dihêle ku li her derê bibe xwedî berhem. Ji muzîkê heta wêje û sînemayê, berhemandar dibe. Wisa bawer dikir ku bi pêşxistina hunerê şoreşê, PKK wê serdemeke nû bide destpêkirin û pêşengiya şoreşa cîhanê bike. Bû şagirteke serketî yê Dibistana Wêjeyê ya Şîlan Baqî. Gelek roman, serpêhatî, lîstik, senaryoyên ku nivîsandine hene. Di nivîsandina “Romana PKK´ê” de jî bû xwedî ked. Pirtûka duyemîn a bi navê “Roniya Hêviyên Apo” bi baldariyeke mezin nivîsand. Di Hilhatina Rojê De Zap, Gulekê Bidin Dayîka Min çend ji pirtûkên wî ne. Herî dawiyê hem senaryoya rêzefilmekê amade dikir, hem jî bi girtina dîmenên rêzefilmê re mijûl bû.

Heval Bawer Botan demek bû ji dermankirina hin nexweşiyan li Rojava bû.” 

NAVENDA NÛÇEYAN