Bavê Teyar hunermendekî wêrek bû

Çarşem 22 Çile 2025 - 03:20

Komîteya Çand û Hunerê ya PKK’ê di şexsê Cûma Xelîl Îbrahîm (Bavê Teyar) de hemû şehîdên berxwedanê yên Tişrîn û Qereqozaxê bi hurmet û minetdarî bi bîr anîn û got:’’Di berxwedana 50 salan a Şoreşa Azadiya Kurdistanê de gelek berxwedanên bêhempa hatine pêşkêşkirin. Pêla qehremaniya dawî ya vê berxwedana ku her kêliya wê qehremaniyek e, li Tişrîn û Qereqozaxê dîrokeke nû dinivîse. Dewleta Tirk a dagirker, qirker û faşîst wekî niha bi hezaran carî li hember vê berxwedana mezin a gelan, bêyî ku cudahiya jin, zarok, ciwan û kalan bike, komkujiyên ku di civak û dîroka Kurdistanê de tu carî nayên jibîrkirin, didomîne. Sivîlan bombebaran dike, rojnamevan, rewşenbîr û hunermendan bi zanebûn dike hedef û qetil dike. Ev êrîşên qirker jî li hawirdoreke ku hewla hevdîtina Rêber Apo tê dayîn û her roj behsa ‘aşitî û xwişk-biratiyê’ tê kirin, pêk tên.

Jiyana xwe fedayî gelê xwe kir

Herî dawî, di êrîşên li hember gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de ku li Bendava Tişrînê nobed digirtin, em bûn şahidê şehadeta gelek sivîlan û gelek birîndaran. Me bi xemgîniyeke mezin zanî ku di nava şehîdên dawî de hunermendê gelê me yê hêja Cûma Xelîl Îbrahîm ku di nava gel de wek Bavê Teyar tê naskirin jî heye. Em sersaxiyê ji malbata wî ya hêja û hemû gelê Kurdistanê re dixwazin. Ne tenê li Rojava û Sûriyeyê, ji aliyê hemû gelê Kurdistanê ve bi hunera xwe hate naskirin û hezkirin. Bi xebatên xwe yên hunerî di dil û mejiyê gel de cih girt. Bi sekn û helwesta xwe ya dawî jî nîşan da ku ew welatparêzekî rasteqîn e, hunermendekî wêrek û berxwedêrekî mezin e ku li eniyên herî pêş ên berxwedanê cih digire. Hevrêyê me yê hêja hunermend Cûma Xelîl Îbrahîm, hevrêyê bi dehan şehîdên çand û hunerê, şopdarê hunermendên mezin ên Şoreşa Azadiya Kurdistanê Hozan Sefkan û Hozan Mizgînan û bi taybet şopdarê Hêvî Şanoger û Yekta Herekolan e. Şervanên Azadiya Kurdistanê û hemû gelê Kurdistanê wê vê berxwedana mezin û biqîmet a rêhevalê me yê hêja yê hunermend ji bîr neke. Di serî de gelê Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê, em bang li gelê Kurd ê li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat dijîn dikin ku li dijî komkujiyan ji her demê zêdetir dengê xwe bilind bikin, dakevin qadan û berxwedanê mezin bikin.”

Li xîret û helwesta wî xwedî derkevin

Koordînasyona Kevana Zêrîn jî ji ber şehadeta şanoger Cuma Xelîl (Bavê Teyar) daxuyaniyek da û wiha got:’’Hunera mirov ferqa watedayînê ye, hunera mirov ferqa avakirinê ye, xuliqdariyê ye û her wiha hunera mirov helwest, hilbijarde û xîreta herî bi hêz e. Hunermend bi hunera xwe di encama vê hilbijarde, helwest û xîretê ji tevahî mirovên din cuda dibe û rê nişan dide. Nemiriya hunermend bi vî awayî pêk tê. Li gorî vê ferasetê hunermendên Kurd her tim ji civaka xwe re, ji mirovahiyê re rênîşaner û hêza wateyê bûne. Hozan Sefkan, Hozan Serhed, Hozan Mizgîn, Sarya Baran û bi dehan navên din ên pîroz rênîşanerê vê yekê ne. Û herî dawî jî hunermendê şanoger, Cuma Xelîl ku tevahî hezkiriyên wî, ew weke Bavê Teyar nas dikirin, mînaka herî nêz, rûmeta herî qedirbilind a vê dîrokê bû. Jiyan ji bo wî dikeke berfireh, kur û bi wate bû. Dika wî ya herî dawî Bendava Tişrînê bû, ew bendav bû ku êdî weke bendava berxwedanê, bendava şehîdan dihate binavkirin. Bendava Tişrînê kire dik ji hilbijardeya xwe ya azadiyê re, ji helwesta xwe ya li hemberî dijminê ax û gelê xwe re û vê di rolê sereke de di eniya herî pêş de bi cîh anî. Şanogeriya Kurd a ku ji Şehîd Sarya Baran, Baran Sarya, Yekta Herekol û Hêvî Şanogeran ve weke mîraseke bêhempa xwe gihandibû heta roja me ya îro, di şexsê Bavê Teyar Cuma Xelîl de di vî şerê rûmet û azadiyê de gihîşte lutekeyê. Bang li tevahî hunermendên azadîxwaz û xwedî hilbijardeya jiyana azad û rûmetê ne jî dikin da ku li derdora wateya şehîd Cuma Xelîl Bavê Teyar derkevin."

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.