Bavê Dragon Ball Z mir
În 20 Tebax 2021 - 23:55
Anîmatorê afirîner û navdar ê Japonî, Masamî Suda 77 salî wefat kir. Masamî Suda karakterên wek Slam Dunk, Speedracer, Dragon Ball Z, Yu-Gi-Oh! sêwirandibûn û li meydana anîmasyonê xwedî qedrekî giran bû.
Masamî Suda bêhtir bi karakterê xwe yê “Hokuto na Ken” jî dihat naskirin. Her wiha ew endamê “Komeleya Anîmasyonên Afirîner a Japonyayê” bû û li wir jî dixebitî.
Masamî Suda destpêkê di “Tatsunko Productions” de xebitî û paşê jî çû “Toei Animation” û li vir gelek karekterên xêzefilman sêwirandin.
Hin fimên ku Masami Suda ji bo wan karakter çêkirine ev in;
"Pokemon 2000 The Movie", "Gatchaman", "Judo Boy", "Hellsing Ultimate", "Beserk", "Dragon Ball Z" û "Fist of the North Star"
NEW YORK