Bavê DAIŞ´ê êrişî Kobanê dike

În 22 Nîsan 2022 - 22:33

  • Dewleta Tirk a dagirker doh du caran êrişî navenda Kobanê kir. 

Dewleta Tirk a dagirker doh du caran êrişî navenda Kobanê kir. 

Dewleta Tirk li gorî saeta deverê, saet 10.00’an cara pêşî Taxa Kaniya Kurdan û kolana 48’an a Kobanê bombebaran kir.

Herî kêm 4 topên obusan li her du deveran ketin.

piştî vê êrişê Artêşa Tirk a dagirker dîsa li navenda bajarê Kobanê da. Vê carê topek li qata 3'yan a avahiyeke li Kolana 48'an ket, û ev top neteqiya. 

Êriş hemû li dijî avahiyên nava bajêr ên sivîl bûn û ti hêza leşkerî li van deveran nebû. Yanî dewleta Tirk li sûcên xwe yên dema şer yeke din zêde kir. Heta amadekirina nûçeya me jî garantorên agirbestê yanî Rûsya û DYE´yê dengê xwe nekiribûn. 

KOBANÊ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.