MUSTAFA ÇOBAN
HESEKÊ
Ji rêveberên berê yên PDK'ê Îsmaîl Alî Îsmaîl sala 2019'an bi rêyên qaçax çû Rojava. Wî diyar kir, heger dagirkeriya Tirk temam bibe, statuya Başûr wê nemîne.
Ji pêşmerbeyên berê Îsmaîl Alî Îsmaîl got, PDK tevî ku zane wê zerar li gel bibe jî bi dijmin re dibe dost, divê meclîs, hikûmet û gel tavilê pêşî li vê dagirkeriyê bigirin.
Îsmaîl Alî Îsmaîl sala 1986'an bû PDK’yî, piştî ku demekê pêşmergetî kir li saziyên ser bi PDK'ê ve rêveberî kir. Li ber polîtîkaya PDK'ê ya li dijî Rojava rabû û sala 2019'an hewl da biçe Rojavayê Kurdistanê. Ji ber ku destûr nedan wî, bi rêyên qaçax çû Rojava.
Rêveberê berê yê PDK'ê Îsmaîl Alî diyar kir ku êrişa dewleta Tirk a li dijî Başûrê Kurdistanê dagirkerî ye: "Dema ku te referandûma serxwebûnê ragihand, dewleta Tirk a ku tu ji xwe re weke dost dibînî, li ber te rabû. Bang li Iraqê kir ku li ber te rabe û dest li te werde. Niha jî tevî ku tu zanî wê zerar bigihêje gel, bi dijmin re dibî dost. Ev şaşîtiyeke mezin e. Dewleta Tirk ne tenê dijminê gelê Başûr e, di heman demê de dijminê tevahiya gelê Kurd e. Gelê Kurd û gelên cîhanê zanin ku dewleta Tirk dewleteke dagirker e. Xelkê Başûr dewleta Tirk naxwaze. Heger wê derê dagir bike wê te jî ji ser wê kursiyê deyne xwarê."
Dewleta Tirk wê li we jî vala bibe
Îsmaîl Alî got, Parlamena Kurdistanê, ji bo pêşiyê li vî şerî bigire, divê bi berpirsyarî rabe: "Şoreşger, welatparêz, mele, sinhetkarên li Kurdistanê divê bi yek dengî bêjin 'Bes e ji hevkariya rêveberiya Başûr a bi dijmin re'. Heger Erdogan Başûr dagir bike wê wan jî li nava hikûmetê nehêle."
Îsmaîl Alî Îsmaîl nerazîbûn nîşan da wê yekê ku PDK li şûna bi hêzên Kurd re be, xwe dide aliyê dewleta Tirk: "Dijmin ne dostê te ye, ne jî hevalê te ye. Tu zanî ku ew ji bo berjewendiyên xwe vê dike. Yên li dijî dijmin şer dikin, xwişk û birayên te ne û bi te re ne. Dema ku DAIŞ'ê êriş kir, kî li gel te bû? Kî bi hawara te ve hat? Kî bi te re bû? Ew xwişk û birayên te ne. Ya ku herî zêde mirovan diêşîne jî ew e ku koordînatan dide dijmin. Ev şerm e. Tu koordînatê didî dijmin, jê re dibêjî balafirê bişîne û lê bide. Xwişk û birayên te bi te re li dijî DAIŞ'ê şer dikirin. Bi hawara te ve hatibûn. Li gel te şehîd bûn. Çi heqê te heye ku tu dilê dayikeke şoreşgerekî bişewitînî?“
Li dijî dijmin bibin yek
Rêveberê berê yê PDK'ê Îsmaîl Alî Îsmaîl bang li gelên Kurdistanê kir ji bo 'yekîtiya li dijî dijmin' û got, "Hêvî û rica dikim; bila rêveberî û parlamena Başûr vê dagirkeriyê qebûl nekin. Şoreşa Kurdan mezin dibe û li tevahiya cîhanê belav dibe. Firsend ketiye destê me, lewma em xwe ji helwêstên bi vî rengî vegirin. Gelên Kurdistanê ji bo parastina destketiyên heyî divê li dijî dijmin bibin yek."