Li Herêma Kurdistanê bûyerên qetilkirina welatparêzên Kurd zêde bûne. Tenê ji sala 2021’ê ve li Silêmaniyê 3 welatparêz û akademîsyenên Kurd ji aliyê MÎT’a Tirk û hevkarên wê ve hatine qetilkirin û rêveberiya Herêma Kurdistanê hesab ji qetilan naxwaze. Doh jî li Silêmaniyê nivîskara me ya berê, akademîsyen û aktîvîsta jin Nagihan Akarsel di êrişeke çekdarî de hate qetilkirin.
* Dewleta Tirk a dagirker 16’ê Îlona 2021’ê li Silêmaniyê welatiyê bi navê Ferhad Bariş Kondu ku ji Bakurê Kurdistanê ye kir hedef. Di êrişê Ferhat birîndar bû.
* Piştî vê êrişê di 17’yê Îlona 2021’ê de Endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê Yasîn Bulut yanî Şukrî Serhed li bajarê Silêmaniyê bû hedefa guleyên endamên MÎT’a dewleta Tirk a dagirker û di êrişê de şehîd bû.
Li gorî zanyariyan, kesên ku êrişî Şehîd Şukrî kirine 4 kes bûn, yekî ji wan gulebaran kiriye, yên din li derdorê bûne û piştî gulebaranê bi seyareyeke pîkap a Toyota ber bi Hewlêrê ve revîne. Tevî ku di nava Silêmaniyê de ewqas kamareyên çavdêriyê û nuqteyên kontrolê hebûn, ti astengî li pêşiya wan nehatiye çêkirin. Li ser nerazîbûnan, Rêveberiya Giştî ya Dije Terora ya girêdayî YNK’ê heman rojê daxuyanî da û ragihand ku derbarê bûyerên di nava 2 rojên dawî de li Silêmaniyê qewimîne, agahiyên giring bi dest ketine. Dije Terorê diyar kir ku heya bûyer baş bê zelalkirin û piştrastkirin, ewê hemû agahiyên pêwîst bi raya giştî re parve bikin. Lê ev nehat kirin. Dezgeha Zanyarî û Asayîşa Silêmaniyê bi daxuyaniyekê êrişên 16 û 17’yê Îlonê xistin stûyê yek kesî û îdîa kirin ku ew kes hatiye girtin. Lê piştre çavkaniyên nûçeyan, red kirin ku ew kes tawanbarê sereke be.
Di ser şehîdxistina Şukrî Serhed re salek derbas bû, lê “agahiyên pêwîst” ku dihat gotin wê werin parvekirin, nehatin eşkerekirin. Kujer jî hîna nehatine girtin û radestî yasayê nehatine kirin.
* Derengiya şeva 17’ê Gulana 2022’yan welatparêzê ji Bakurê Kurdistanê û xwediyê restoranta Denîz, Mihemed Zekî Çelebî li taxa Bextiyarî ya Silêmaniyê rastî êrişeke çekdarî hatibû û 18’ê Gulanê li nexweşxaneya Şar a Silêmaniyê şehîd bûbû. 139 roj di ser qetilkirina Çelebî re jî derbas bûne, lê heta niha kujer nehatine girtin.
* Di 17’ê Hezîranê de li Kelarê Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Ferhad Şiblî li gel 3 hevalên xwe yên din di wesayîta ku ji aliyê dewleta Tirk ve hate bombebarankirin de şehîd bû.
* Roja 28’ê Tebaxa 2022’yan Endamê Encûmena Giştî ya Tevgera Azadî Suheyl Xurşîd Ezîz yanî Mamosta Şemal li bajaroka Kifrî ya parêzgeha Germiyanê, li ber deriyê mala xwe hat qetilkirin.
* Piştî wê bi rojekê jî vê carê dewleta Tirk a dagirker li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cudî (Mexmûr) welatparêzekî Kurd qetil kir. Welatiyê bi navê Ebûzêd Dêrhînê bavê 6 zarokan bû, li ber derê mala xwe di encama êrişa balafira bi çek û bê mirov a dewleta Tirk a dagirker de hate qetilkirin.