Barzanî kurmê darê ye

În 19 Tîrmeh 2024 - 02:25

Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ya Êlihê dijî hevkariya malbata Barzanî ya bi dewleta Tirk re helwestn nîşan dan, Barzanî weke kurmê darê pênase kirin, gotin heke dar ji kurman were paqijkirin dar wê hêşîn bibe û bang li gelê Başûr kirin ku li dijî malbata Barzanî ku ji bo berjewendiyê malbatî xayintiyê dike, rabe ser xwe.

Êrişên dewleta Trk bi hevkariya malbata Barzanî li dijî axa Herêma Kurdistana Federe dane destpêkirin berdewam dikin. Bertekên li dijî êrişan û malbata Barzanî jî didomin. Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ya Êlihê yên têkildarî êrişan axivîn, destnîşan kirin ku divê gelê Herêma Kurdistana Federe dijî malbata Barzanî helwestê nîşan bide.

Dayika Aştiyê Maşalah Kaya, destnîşan kir divê gelê kurd li dijî êrişan bi hev re tevbigerin. Kaya, îşaret kir ku malbata Barzanî di xeletiyê de israr dike û wiha got: “Kurmê darê ne ji darê be dar kurmî nabe. Barzanî, zarokên gelê Kurd dide kuştin. Gundên li Başûr dide valakirin û daristanan dişewitînin. Ji bo cerdevan û leşkeran baregehan çêdikin. Wan li wir bi cih dikin. Neyarekî Kurdan li ku hebe Barzanî pê re hevkariyê dike.”

 Dîroka Barzaniyan ya xiyanetê ye

Kaya, da zanîn ku Barzanî bûne “Koleyên dewleta Tirk” û wiha domand: “Malbata Barzanî tenê berjewendiyên xwe difikire. Li her derê cîhanê pereyên wî hene. Çavên wî têr nabin. Li ser wî pereyî xwîna gelê Kurd heye. Ji xwe dîroka wan jî bi xiyanetê tejî ye.” 

Em darê ji kurman xilas bikin

Şukran Dal jî dijî hevkariya Barzaniyan a li gel dewleta Tirk nîşan da û got,’’Êrişa vê carê ne êrişeke ji rêzê ye. Dixwazin Kurd hevdû bikujin. Barzanî, leşkerên Tirk birine gundan, gundî bi birçîtî, sirgun û mirinê re rûbirû dimînin. Gelê Başûr ê birûmet û bişeref ev yek qebûl nekir. Divê li dijî PDK’ê helwestê nîşan bidin. Dibe ku sibe dereng be ji ber wê yekê divê ji niha ve berteka xwe nîşan bidin. Em darê ji kurmê wê xelas bikin û bikin ku şîn bibe.” 

Barzanî dostê dijminên Kurdan in

Dayika Aştiyê Elîf Tîluktîmûr jî bi lêv kir ku malbata Barzanî bi hemû aliyan re ku destkeftiyên gelê Kurd hedef digirin hevkariyê dike û wiha got: “Heke em îro biçin tu jî dê sibê biçî. Yekane armanca wan heye; axa Kurdan dagir bike, Kurdan bi hevdû bide kuştin. ‘’

MA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.