• “Wargeha ku Hewlêr parast, îro di bin dorpêça Hewlêr de ye. Berxwedana wê demê ji bîra wan çû, pêşmergeyên wê demê bi gerîla re bûn, îro dijî gerîla ketine nava liv û tevgerê. Gerîla ji aliyê wan ve tê dorpêç kirin, êrişî gerîla dikin.”

ÎDRÎS KARA / MEXMÛR

Îro 7’emîn salvegera êrişa çeteyên DAIŞ’ê ya li ser herêma Mexmûrê ye. 7 sal beriya niha dema çeteyên DAIŞ’ê berê xwe dabû Hewlêrê û heta navçe û wargeha Mexmûrê hatibûn. Gerîlayên HPG/YJA-STAR, li gel hêzên parastina wargehê berxwedanek mezin nîşan dabû û cara yekem çete têk biribûn. Piştî 5 rojan Mesûd Barzanî çûbû wargehê û spasiya gerilayan kiribû.

Hiseyîn Gozereşî yek ji wan kesan e,  bi serokê PDK’ê Mesûd Barzanî re civiya. Hiseyîn Gozereşî wê demê yek ji endamên Meclîsa Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî Mexmûrê bû. Hiseyîn Gozereşî ji rojnameya me re behsa wan rojan kir, nexasim hevdîtina wî û fermandarên gerîla ya bi Mesûd Barzanî re.

‘Me got emê çawa xwe biparêzin?’

Hiseyîn Gozereşî dibêje, wan berî ku DAIŞ êrîşî Mexmûrê bike metirsî dîtibû, ji bo vê yekê jî ji PDK’ê û YNK’ê xwestibûn da ku li Mexmûrê bi hevre tevbigerin û dijî DAIŞ’ê li ber xwe bidin. Bes PDK û YNK xwe nêzî daxwaza wan nekiriye. Hiseyîn Gozereşî li ser helwesta PDK û YNK’ê ya wê demê dibêje; “Li Mexmûra jêr, civînek ku hemû partiyên siyasî amadebûn, pêk hat. Em wek wargeh jî tevlî civînê bûn. Me li wir xwest em fermandariyek hevbeş di navbera xelkê wargehê û pêşmergeyan de ava bikin û dijî DAIŞ’ê şer bikin. Lê nêzî vê daxwaza me nebûn, jixwe PDK’ê wê demê digot, dibe ku DAIŞ êrişî van cihan neke. Her ku diçû li herêmê tirsek mezin çêdibû, DAIŞ’ê Musilê girt, êrişî Şengal kir û komkujî pêkanî. Ji ber ku partiyên din nêzî daxwaza me nebûn, me dinava xwe de, xwe rêxistin kir. Em li wargehê bi gel re civiyan û me got emê çawa xwe biparêzin?

‘Me destpêkê nobet li xwe girt’

Hêdî hêdî DAIŞ nêzî me dibû, metirsî her ku diçû mezin dibû. DAIŞ nêzî Baqirtê bibû, heya li wir êrişî pêşmergeyan jî kir. Ji ber ku Baqirtê gelek nêzî mebû, metirsî hîn mezintir bû. Me dest bi parastina xwe kir, me wek xelkê wargehê nobetê li xwe girt. 

Em tenê mabûn

Beriya DAIŞ’ê çend rojan, me dît gundên derdora me hemû vala bûne. Mexmûra jêr hemû vala bûye, tenê em li herêmê mane. Piştî me dît rewş cidî ye, me got emê çawa xelkê xwe ji wargehê derbixin.

Me dît her kesê dora me ber bi Hewlêrê direvin. Li Mexmurê jî qismek zilam mane, dema me vê rewşê dît, em jî ketin nava liv û tevgerê. Yanî li herêmê em wek milet tenê mabûn.

Dema me dît rewş wihaye, li beramberî êrişek muthemel, tedbîr hatin girtin. Di çarçoveya van tedbîran de şêniyên wargehê di 6’ê Tebaxê de ji aliyê Hêzên Parastina Wargehê ve ji wargehê hatin derxistin.

Piştî gel hate derxistin em komek ji xelkê wargehê man di nava wargehê de û me xwest em rêgirî li DAIŞ’ê bikin. Lê dema me dît, YNK, PDK û leşkerên Iraqê hemû ji herêmê derketine, me jî biryar da em derbikevin çiyayê Qereçox ê pişt Mexmûrê. Me carek din ji YNK û PDK’ê xwest em bi hevre dijî DAIŞ’ê şer bikin, lê nêz nebûn. Dema ev metirsî çêbû, gerîla weke her cihê ji bo Mexmûrê jî hêz rêkir. Di 7’ê Tebaxê de DAIŞ ket Mexmûra jêr, komek gerîla û hêzên Parastina Cewherî yên Mexmûrê, li rexa wargehê ma bûn.’’

Barzanî xwest fermandarê gerîla were xelat kirin

Hiseyîn Gozereşî bal dikişîne ser yekem şerê bi DAIŞ’ê re çêbûyî û bandora berxwedana gerîla û xelkê wargehê ya li Mesud Barzanî kirî. Hiseyîn axaftina xwe wiha didomîne; “Dema ku DAIŞ hat, gerîla û xelkê wargehê li DAIŞ’ê xistin. Li nêzî wargehê 3 wesayîtên DAIŞ’ê hatin derbkirin. Piştî vê, PDK’ê dît gerîla û xelkê wargehê li hemberî DAIŞ’ê şer dike. Ji ber ku DAIŞ tirsek mezin di nava wan de çêkiribû, kesê bawer nedikir wê berxwedanek dijî DAIŞ’ê çêbibe. Di rastiyê de cara yekem, DAIŞ li wir şikest û paş de reviyan.

Rayedarek PDK’ê yê bi navê Elî Silêman, hat gel me û got ‘Berpirsyarê we kî ye’. Wê demê şehîd fermandar Tekoşer berpirsê herêmê bû. Rayedarê PDK’ê ji şehîd Tekoşer re got, ‘Serok Barzanî ji me re gotiye, divê hûn biçin wan gerîlayan xelat bikin.’

Heval Tekoşer ji rayedarê PDK’ê re got, ‘Parastina axa Kurdistanê erka me ye. Em ne ji bo xelatkirinê şer dikin, ev erkek gerîla ye.’

Israra Barzanî ya ji bo xelatkirina gerîla

Rayedarên PDK’ê çûn û carek din hatin, dîsa gotin, ‘Serok Barzanî gotiye divê hûn biçin û wan xelat bikin.’ Heval Tekoşer got, ‘Ger hûn bixwazin tiştek bikin, di warê çekan de alîkariyê bidin me. Em ti xelat naxwazin, hinek cebilxane ji bo me lazim e.’

Rojnamevan Denîz şehîd xistin

Şer dewam dike, komek DAIŞ xwest bikeve çiya, nêzî çiya jî bibûn. Li wir rojnamevan Denîz Firat şehîd xistin. Piştî wê hevalan li DAIŞ’ê dan û 2 çete hatin kuştin. Cenazeyê wan jî ket destê gerîla, dema ev xeber belav bû, ji Hewlêr û her derê bi sedan kes berê xwe dan çiyayê Qereçox. Ji ber kesê bawer nedikir, DAIŞ wê werin kuştin û cenaze bikevin destê wan.

Her kesê dît PKK’ê DAIŞ’ê şikand

Dema ev bûyer çêbû, êdî hewayek cûda di nava pêşmerge û xelkê Başûr de ava bû. Her kesê dît PKK’ê êrişa DAIŞ’ê şikand. Her kesê got, PKK dikare dijî DAIŞ’ê şer bike û PKK ji bo wan bû hêvî. Ji ber ku em dikarin bêjin, cara yekem li Başûr û Iraqê, êrişa DAIŞ’ê ji aliyê gerîla û xelkê Mexmûrê ve hate şikandin.

Hewler jî wê ketiba destê wan de

Dema DAIŞ’ê berxwedana gerîla dît, bi paş de çûn, ji ber ku ger çiyayê Qereçox ji aliyê DAIŞ’ê ve hatiba girtin, wê Hewler jî ketiba destê wan de. Piştî berxwedana me û gerîla, rayedarên PDK’ê hatin gel me û gotin, hun çi bixwazin em amadene. PDK’ê wê demê got, em nakokiyên xwe bidin aliyekê, pêwîste em îro bi hevre gelê xwe biparêzin.”

Fermandariyek hevbeş hate avakirin

Hiseyîn destnîşan kir ku wana paşê ji bo rizgarkirina Mexmûrê bi pêşmergeyan re fermandariyek hevbeş ava kir. PDK û YNK xwe dan Mexmûra jêr û ew jî ketin wargehê. Hiseyîn wiha qala rizgarkirina Mexmûrê kir; “Dema me êriş kir, DAIŞ’ê berxwedana gerîla dît û li ber xwe neda. Yekser reviyan. Piştî wê PDK’ê ji gerîla xwest, hêzek xwe li Giwêre bicih bikin, wê demê gerîla û pêşmerge bi hev re şer kirin. Dema gerîla, pêşmerge û gel bi hevre dest bi parastinê kirin, kêfxweşiyek mezin çêbû. Rastî jî xeyala Kurdan ya sedsal bû pêk nehat, wê demê pêk hat.”

Barzanî ji bo pîrozkirina gerîla hat

Hiseyîn da zanîn ku piştî wargeh û Mexmûra jêr hat rizgarkirin û her kesê berxwedana gerîla dît, serokê Herêma Kurdistan yê wê demê Mesud Barzanî berê xwe da Mexmûr. Hiseyîn diyar kir ku Barzanî di 13 Tebaxê de serdana Mexmûrê kir û wiha behsa hevdîtina wan a bi Mesud Barzanî re kir; “Barzanî xwest bi me re hevdîtin bike, li ser vê heya Mexmûr hat. Li ser navê wargehê ez, fermandarê gerîla şehîd Tekoşer û gerîla Mehsûm, bi Barzanî re civiyan.

‘Ji ber ku dijminê me yek e’

Mesûd Barzanî di hevdîtina me de got, ‘Tişta ku em Kurd sedsal in li bendê bûn, îro pêk hat. Ev tişt me bi çavê xwe dît, miletê Kurd bû yek. Me nakokiyên xwe hemû dane aliyekê, ji ber ku dijminê me yek e, armanca me jî yek e. Me dît dema yekîtiya me Kurdan hebe, dijmin çiqas hebin, wê bişkên. Ev yekîtiya me wê bihêle ku dijmin bi ser me de neyê. Me ew rastî dît, me dît we çawa dijî dijminê wehş şer kir û îradeyek çawa nîşan da. Em gelek spasiya we gerîla dikin, em dixwazin ev hevkariya heyî dewam bike.’

Şehîd Tekoşer bersiva Barzanî da û diyar kir ku em jî vê yekîtiyê dixwazin. Şehîd Tekoşer got ku ew êdî naxwazin xeletiyên berê dûbare bibin, dixwazin bi hevre miletê xwe biparêzin û yek bin.

Barzanî dîsan dewam kir û got; ‘Em gelek spasiya we dikin, em dixwazin yekîtiya me dewam bike, hêzek hevbeş ava bikîn û dijî dijmin rawestîn. Her çend partiyên me cûda bin, ji bo ku em bigihin armanca xwe, divê em hevkariya xwe dewam bikin. Hûn çi bixwazin em amade ne ji bo we bikin.”

 

Me Hewlêr parast, em îro di bin dorpêça Hewlêrê de ne

Hiseyîn Gozereşî herî dawî behsa rêgirî û ambargoya li ser wargehê kir û got; “Wargeha ku Hewlêr parast, îro di bin dorpêça Hewlêr de ye. Berxwedana wê demê ji bîra wan çû, pêşmergeyên wê demê bi gerîla re bûn, îro dijî gerîla ketine nava liv û tevgerê. Gerîla ji aliyê wan ve tê dorpêç kirin, êrişî gerîla dikin. Em dikarin bêjin mixabin, ez bang li hemû hêzên Kurd dikim, îro jî weke dema DAIŞ’ê xwedî helwêst bin. Bibin yek, ji ber dijmin dixwaze di nava me Kurdan de şer çêbibe û destkeftiyên heyî ji holê rake. Hedefa dagirkeran, xeyalên Osmaniyan e, çima em vê nabînin? Li şûna hun dora gerîla bigrin, hêz bidin wan û dijî dijmin bibin yek.”