Barzanî divê daxuyaniyê bide

Sêşem 8 Îlon 2020 - 15:32

  • Sekreterê Meclîsa Rêveberiya YNK’ê Ferîd Eseserd got, haya YNK’ê ji serdana Nêçîrvan Barzanî ya ji bo Tirkiyeyê nebû.

Sekreterê Meclîsa Rêveberiya YNK’ê Ferîd Eseserd diyar kir ku agahiya YNK’ê ji serdana Nêçîrvan Barzanî ya ji bo Tirkiyeyê nebû: "Ji bo me sûprîz bû". Ferîd xwest li ser sedem û civînên serokê Herêma Kurdistanê bi berpirsên Tirkiyeyê re, daxuyaniyeke zelal were dayîn. Ferîd got, ger peywendiya xwe bi serdana Macron ya ji bo Iraqê re nebe, ji bo çi Barzanî bi awayekî lezgîn çû Enqereyê?"
Di serdana Nêçîrvan Barzanî ya Enqerê de alîkarên wî yên ji partiyên din ên hikûmetê, pê re nebûn. Tenê PDK di heyeta wî de hebû.
Eseserd got, serdana Macron a Iraqê peyamek bû ji bo Tirkiyeyê: “Ev qederê 10 salan e peywendiyeke bi nakok di navbera Fransa û Tirkiyeyê de heye. Beşek ji vê peywendiyê bi mijara koçberan, Ewrûpa, pirsgirêka bi Yewnanistanê û nakokiyên li Suriyeyê ve heye. Niha jî Lîbya derket holê. Di van şert û mercên ku leşkerên Tirk ketine nava xaka welatekî, Macron çû serdana vî welatî. Ev jî peyamek e ji bo Tirkiyeyê."
Bi ya Ferîd Eseserd, Fransa hewl dide êrişên Tirkiyeyê li Iraqê sînordar bike. Ew balê dibe ser serdana serokê Kurdistana Federe li Iraqê Nêçîrvan Barzanî ya Tirkiyeyê û dibêje; “Me li Herêma Kurdistanê ne dizanî wê hevdîtinek din jî bike. Esas em ne li bendê bûn û ji bo me sûprîz bû. Me ji ragihandinê bihîst. Divê bê gotin, sedemên vê serdana piştî Bexdayê çi ne.” ROJNEWS/SILÊMANÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.