Bankeyeke online ji bo Rojava
Duşem 12 Îlon 2022 - 21:33
- Lê yek ji agahiyên herî balkêş ên konferansê li ser pirseke ji beşdarên konferansê, bersiva Îlham Ehmed bû.
REWŞAN DENIZ / FRANKFURT
Konferanseke manedar vê dawiya hefteyê li bajarê Elmanyayê Frankfurtê pêk hat û di konferansê de hem deh saliya Şoreşa Rojava hat pîroz kirin û hem jî li ser zehmetî, destketî û tehlûkeyên heyî minaqeşe hat kirin.
Hevseroka Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Îlham Ehmed û Hevserokê Dayreya Karên Derve ya Rêveberiya Xweser Ebdulkerîm Omer jî ji Rojava beşdarî konferansê bûn, nûnerên rêxistinên civaka sivîl ji Elmanyayê û Rojavayê Kurdistanê jî amade bûn.
Lê yek ji agahiyên herî balkêş ên konferansê li ser pirseke ji beşdarên konferansê, bersiva Îlham Ehmed bû. Wê da zanîn ku ji ber ku niha cezayên Sezar ên Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê ji ser Rojava û Rêveberiya Xweser hatine rakirin, ew hewl didin bi awayekî ji avayan ji bo şandina pereyan bankeyeke online ava bikin. Heger ev yek bi ser keve, gelek projeyên alîkariyê yên ku ji ber zehmetiya şandina pere pêk nayên yan jî yên ku fonan peyda nakin ji ber ku rêya şandina pereyan ne şefaf e, dikarin pêk bên.
Di dawiya konferansê de Îlham Ehmed ji beşdaran xwest, rewşa Rojava li nav siyaseta Elman bêhtir bê darîçavkirin, zext li ser siyaseta Elman bê çêkirin. Wê xwest alîkariya heyî ya xelkê bi Rojava re dewam bike.
Dr. Ebdulkerim Omar jî li ser navê rêveberiyê got, “Hûn dostên me ne û bi zexta hûn li ser hikûmeta xwe ava bikin, hûn dikarin bi me re alîkar bin.”