• Fatima Reşad Seydo (Sakîne Kobanê) 1969’an de li gundê Cib El-Ferec ê 18 kîlometre dikeve rojavayê Kobanê ji dayik bûye.

MEYSA EKARÎ / ANHA/KOBANÊ

Fatima Reşad Seydo (Sakîne Kobanê) 1969’an de li gundê Cib El-Ferec ê 18 kîlometre dikeve rojavayê Kobanê ji dayik bûye.

Fatima Reşad di 1993’yan de tev li têkoşîna rizgariya Kurdistanê dibe. 4 salan li çiyayên Kurdistanê dimîne û di 14’ê Gulana 1997’an de ji aliyê MIT’ê ve tê girtin û wê dibin girtîgeha Mîdiyatê. Piştre ji girîgeha Mîdiyatê wê dibin girtîgeha Wanê. Her wiha ji Wanê wê dibin girtîgehên Mûş, Sêrt û di vê dawiyê de jî sewqî girtîgeha Şakran Alîaga a jinan a li Îzmîrê dikin.

Malbata wê bi salan agahî ji Fatima Seydo nagire. Herî dawî di 15’ê vê mehê de bi rêya telefonê 10 deqeyan bi birayê xwe Ehmed Seydo re axiviye.

Fatima Seydo behsa êşkence û sûcên di girtîgehên li dijî wê têne meşandin, kiriye û ji birayê xwe xwestiye ku wan sûcan bigihîne raya giştî ya cîhanê.

Li ser  xwesteka xwişka xwe, birayê wê Ehmed Reşad Seydo jî bi ANHA’yê re têkilî datîne. 

Bi ser girtîgehê girtine

Ehmed Reşad Seydo wiha behsa hûrgiliyên xeberdana bi xwişka xwe re kir: “Eşkere bû ku li telefona me guhdar dikin. Destpêkê deng ne zelal bû, heta piştre min xwest ku deng zelal bibe. Xwişka min, got ew di 10’ê vê mehê de hêzên leşkerî bi panzeran tevahî alavên keşfê yên pêşketî bi ser girtîgehê de girtine û tevahî odeyên ku jin tê de bûn keşf kirin, tişt û pirtûkên wan ên taybet çirandin û îşkence li wan dikirin. Xwişka me tevî 35 jinên girtî di odeyeke teng de ne"

Fatima Seydo ji birayê xwe xwestiye ku dengê wê bigihîne tevahî rêxistin û kesên parastina mafên mirovan dikin. Seydo bang li tevahî rêxistinên hiqûqî yên cîhanê kir ku berê xwe bidin girtîgehên dewleta Tirk û girtiyan ji sûc û êşkenceyên li dijî wan biparêzin.