Banga darizandina berpirsan dikin
Pêncşem 5 Sibat 2026 - 03:42

Malbatên xwepêşanderên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê hatine qetillkirin, li Melekşah ya parêzgeha Îlam a Rojhilatê Kurdistanê, banga darizandina berpirsên komkujiyên li Îran û Rojhilat kirin û hişyarî dan rejîma Îranê. Malbatên xwepêşanderên ku di xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê de hatine qetilkirin Letîf Kerîmî, Mihemed Reza Kerîmî, Mehdî Îmamî Pûr, Reza Azîm Zade û Muhsîn Mihemedî li Melekşah ya parêzgeha Îlam a Rojhilatê Kurdistanê, daxuyaniyek belavkirin. Malbatan banga darizandina berpirsên komkujiyên li Îran û Rojhilat kirin û hişyarî dan rejîma Îranê.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:“Em daxwaz dikin ku hemû fermandarên artêşa pasdaran yên ku di dema gulebaranê de li hundirê avahiyan amade bûn û berpirsiyar bûn, bi taybetî fermandarê Artêşa Melekşahê Resûl Muradiyan, werin darizandin. Delîl û vîdeoyên ku nayên înkar kirin hene ku bi wan rastiyê bibînin û edaletê bi rêya pêvajoya qanûnî bicîh bînin. Ger di pêvajoya lêpirsîna navxweyî de astengî hebin, emê bi rêya saziyên yasayî û navneteweyî dozan bişopînin.”
Malbatan herî dawî israra xwe ya li ser berdewamiya têkoşîna ji bo edaletê û parastina mafên xwe destnîşan kirin.
Hêjayî gotinêye ku li gorî rapora Rêxistina Mafê Mirovan a HRANA ji destpêka xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê ve, 6 hezar û 872 kes hatine qetilkirin û 50 hezar û 553 xwepêşander hatine binçavkirin. Her wiha hezar û 21 xwepêşander birîndar bûne.
NAVENDA NÛÇEYAN














