Heyva Sor a Kurdistanê ji bo mexdûrên lêhiya 31’ê Tîrmehê ya li gundê Xaşûka a Elbak a Wanê banga alîkariyê kir.
Daxuyaniya Heyva Sor a Kurdistanê wiha ye: “Li gundê Xaşkan a Elbaka Wanê ji ber barîna barana zêde di 31’ê Tîrmehê lehî rabû. Li gund bi dehan xanî û axur hilweşiyan, gelek pez telef bûn, wesayît jî ber lehiyê ketin, bax, baxçe û zevîyan zerar çêbû.
Xelkê vî gundî di bin rewşeke xeter de ne û ji bo hemû pêdivîyên jiyanê benda alîkariyê ne.
Wek saziya alîkariya mirovahî Heyva Sor a Kurdistanê, ji kêliya pêşî ya lehîyê em ketin nava tevgerê. Saziya me Heyva Sor a Kurdistanê ji bo mexdurên lehîyê alîkariya madî berhev dike û wê li cih pêwistiyên gel pêk bîne.
Li ser vî esasî banga me ji bo Kurdistaniyên li Ewrûpayê û dostên wan heye ku destekê bidin û bi rêya Heyva Sor a Kurdistanê alîkariyê madî bighînin malbatên mexdûr.’’ KOLN