Meclîsên civakên Demokratîk ên Kurdistanê yên Hollandayê (DEMNED) daxuyaniyek da û got; “Em bi rêxistinbûna xwe destekê didin pêngava ‘Ji Tecrîd, Faşîzim û Dagirkeriyê re Bes e; Dem Dema Azadiyê Ye’.”
DEMNED’ê got, “Dewleta Tirk êrişên qirkirinê li Bakurê Kurdisanê gihand asta herî jor, û li Başûr û Rojavayê Kurdistanê jî di serî de DAIŞ û komên çete yên dermirovî û xiyanetkar girtine gel xwe û ketine nava hewldanên dagirkeriyê”
DEMNED’ê bang li gel kir û got, “Bi xurtî tevlî çalakiyên bê navber ên di navberê 1-15’ê Sibatê de bibin."
Di nava van çalakiyan de ya Pirtûkxaneya Rêbertiyê heye ya ku wê 13’ê Sibatê li Den Haagê, 14’ê Sibatê li Amsterdamê û 15’ê Sibatê jî li Arnhemê bi rê ve biçe. Di vê çarçoveyê de wê Pirtûkxaneya Rêbertiyê wê bi otobusê li van bajaran bigere. DEMNED´ê xwest Kurdistanê destekê bidin vê çalakiyê jî.
AMSTERDAM