Bang li ciwanên Başûr kiribû 

Çarşem 30 Hezîran 2021 - 02:17

Gerîlayê HPG Demhat Kobanê ku di 15 Hezîrana 2021’an de li Metînayê şehîd bûbû, demeke kurt beriya şehîdbûna xwe ji ciwanên Başûrê Kurdistanê xwestibû ku bizanin êrîş ne tenê li dijî PKK’ê ye. 

Li çiyayên Kurdistanê hember êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk keç û xortên dilwêrek her roja diçe, asta berxwedan û têkoşîna xwe hîn bilindtir dikin. Yek ji wan gerîlayên berxwedêr Demhat Kobanê ye ku di nava pêngava şoreşgerî ya Cenga Xabûrê de rêneda dagirkeran û bi vî awayî şehîd bû. Berya biçe çalakiyê û şehîd bibe gotibû: “Dijmin dixwaze Başûrê Kurdistanê dagir bike û li pêşiya wê jî tevgera me PKK dibe asteng. Ji ber vê banga me ji bo gelê me yê Başûr û ciwanan heye; divê tevlî vê berxwedanê bibin û Başûrê Kurdistanê biparêzin. Dewleta Tirk a dagirker dibêje ‘em ê PKK’ê tine bikin’ lê di rastiyê de dixwazin Başûrê Kurdistanê dagir bikin ji ber vê êriş dikin. Ji ber ku bi navê Kurdistanê naxwazin ti kes bimîne. Lê em ê heta dawî gelê xwe biparêzin, divê ciwanên Başûrê Kurdistanê jî piştgiriya vê berxwedanê bikin, tevlî bibin.”

ANF/BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.