Bang derfeteke dîrokî ye
Duşem 17 Adar 2025 - 03:05
ROZA METÎNA / AMED
Parlamenterê DEM Partiyê yê Amedê Serhat Eren têkildarî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a “Aştî û Civaka demokratîk” diyar kir ku wê banga dîrokî bandorê li pêvajoya siyasî jî bike û wiha got:"Pêwîst e her kes bi berpirsyariyeke mezin tevbigere. Divê hikûmet li ser hesabên siyasî yên biçûk nêz nebe. Divê vê carê ev firsenda mezin neyê windakirin.”
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27'ê Sibatê de bi heyeta Îmraliyê re hevdîtina xwe ya sêyemîn pêk anî û "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" kiribû. Banga Abdullah Ocalan li Rojhilata Navîn û li hemû cîhanê bi taybetî li Kurdistan û Tirkiyeyê bandorek mezin kir. Piştevaniya ji bo banga dîrokî dewam dike.
Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Serhat Eren têkildarî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi lêv kir ku bi banga "Aştî û Civaka Demokratîk" re wê meseleya kurd were asteke nûjen û wiha pê de çû:"Ev bang ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd derfeteke dîrokî dide. Lê belê bêdengiya çekan têrê nake. Divê bi rêgezên qanûnî, siyasî û destûrî bê piştgirîkirin.”
Ya Tirkiye anî vê astê têkoşîn e
Serhat Eren derbarê geşedanên nû û ya Tirkiye anî vê astê de wiha got:"Yek ji faktorên bingehîn ên ku Tirkiye gihandiye vê astê, bêguman kevneşopiya têkoşîna bênavber a ku gelê Kurd di nîvê sedsala dawî de domandiye. Eve ku pêvajoyê di sala xwe ya 41'ê de gihiştîye qonaxekê û geşedanên sîyasî û guherînên ku li Rojhilata Navîn diqewimin, bûne sedema şikestinên mezin ên di xetên xetên sîyasî de. Di van çil salên dawî de li Kurdistanê serhildanên mezin çêbûn. Gelê Kurd li her çar parçeyan têkoşîna xwe ya mezin veguherand rêxistinbûna civakî. Berxwedan û rêxistinbûyîn gihiştiye asteke jêhatî. Li hemberî vê yekê refleksa dewletê ew bû ku amûra xwe ya îdeolojîk, mekanîzmayên zext û zorê seferber bike. Dadwerî, leşker, qanûn, medya û hemû hêza xwe seferber kir. Tevî wêrankirinên mezin jî, dewletê tenê karî şerê ku bi salan dida meşandin di nava hevsengiyê de bihêle. Gelê Kurd bi komkujiyên mezin re rû bi rû ma lê çok danenî. Yên ku vê veguherîna gelê Kurd fêm nakin, bi hêsankirina meseleyê hewl didin avê gemarî bikin.
Bang derfeteke dîrokî ye
Serhat Eren bi lêv kir ku bi banga "Aştî û Civaka Demokratîk" re wê meseleya kurd were asteke nûjen û wiha pê de çû:"Ev bang ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd derfeteke dîrokî dide. Lê belê bêdengiya çekan têrê nake. Divê bi rêgezên qanûnî, siyasî û destûrî bê piştgirîkirin. Ev bangawazî ne tenê ji bo Kurdan, ji bo Elewî, kedkar, jin, ciwan û her kesên ku li Tirkiyeyê demokrasiyê dixwazin jî derfetek e. Ev pêvajo jî nîşana wê yekê ye ku pirsgirêka Kurd ketiye qonaxeke nû. Pirsgirêka kurd êdî wê weke pirsgirêkeke siyasî, civakî û hiqûqî bê çareserkirin. Bi vê pêngava stratejîk re wê rê li ber aştiyê bê vekirin, wê gelê Kurd di bidestxistina mafên xwe de roleke hêsanker bilîze û gelên Tirkiyeyê ji wêranî û barê aboriyê, şer rizgar bibin. Ji ber vê yekê me biryar da ku ji bo pêvajo tenê bi pêşengiya dewlet û aktorên siyasî nemîne, em Civînên Giştî yên ji bo Aştî û Civaka Demokratîk li dar dixin. Ev bang xaleke dîrokî ye, divê em li gorî vê têkoşînê bidin meşandin. Weke DEM Partiyê em ê têbikoşin ku pêvajo ne tenê bi gotinan bimîne, bi gavên şênber pêş bikeve. Aştî ne tenê nebûna pevçûnan e, pêdiviya wê bi guhertin û veguhertina siyasî heye."
Divê dewlet jî gavan biavêje
Serhat Eren da zanîn ji bo pêvajoya baş biçe divê dewlet jî gavên şênber biavêje û wiha dewam kir:"Ji bo manîfestoya dîrokî ya Birêz Ocalan bi ser bikeve divê dewlet jî gavan biavêje. Eşkere ye ku aştî tenê bi hewldanên yekalî pêk nayê. Divê di zûtirîn demê de rêziknameyên siyasî û hiqûqî bên cîbicîkirin. Bang hat kirin, PKK bersiveke erênî da. Niha dem hatiye ku dewlet rêziknameyên pêwîst bike. Guhertinên qanûnî û destûrî êdî neçar in. Divê tecrîda li ser Birêz Ocalan bê rakirin. Rêberê ku pêşengê aştiyê ye, divê şert û mercên xebatê yên azad û azadiya fizîkî hebe da ku pêvajoyê baş bi rê ve bibe. Ji ber vê yekê, misogerkirina mafê hêviyê krîtîk e. Berdewamkirina operasyonên leşkerî tevî ragihandina agirbestê dibe ku bibe sedema sabotekirina pêvajoyê. Ji bo aştî pêk were divê hemû çalakiyên çekdarî bên rawestandin. Parlamento di çareseriya pirsgirêka Kurd de xwedî roleke dîrokî ye. Divê di nava parlamentoyê de komîsyoneke rayedar bê avakirin û rêziknameyên destûrî û yasayî bikeve rojeva parlamentoyê. Divê di çarçoveya nexşerêyekê de gavên pêbaweriyê bên avêtin. Pêngavên wekî berdana girtiyên siyasî û bidawîkirina pêkanînên qeyûman dê di warê başbûna pêvajoyê de di avakirina baweriya civakî de gavên krîtîk bin."
Divê her kes bi berpirsyarî tevbigere
Serhat Eren da zanîn wê banga dîrokî bandorê li pêvajoya siyasî jî bike û wiha got:"Pêwîst e her kes bi berpirsyariyeke mezin tevbigere. Divê hikûmet li ser hesabên siyasî yên biçûk nêz nebe. Divê vê carê ev firsenda mezin neyê windakirin. Muxalefet jî xwedî heman erkan e. Bi dîtina min anîna gel hev a kurdên li çar parçeyan û partiyên wan ên siyasî û misogerkirina asta herî kêm a hevbeşiya wan di çareseriyê de gaveke girîng e. Ev tişt dikare bibe sedem da ku di hevkêşeya siyasî ya Rojhilata Navîn de kurd bikarin bibin aktorên bihêz. Tirkiye nikare şanseke din a aştiyê winda bike. Divê vê carê bibe. Em baweriya xwe bi hewldanên birêz Ocalan û helbet bi rêbertiya wî tînin."
Destpêka serdemeke nû
Serhat Eren da zanîn berpirsiyariya wan e ku ew têkoşîna xwe ya demokratîk ji her demê bêhtir mezin bikin û wiha bi dawî kir:"Ev bangawazî ne tenê li Kurdistan û Tirkiyeyê, ji aliyê NY, YE, DYA û gelek sazî, rêxistin û welatên din ve weke destpêka serdemeke nû hat nirxandin. Piştgiriya civaka navneteweyî ya ji vê pêvajoyê re di warê aramkirina pêvajoyê de xwedî girîngiyeke mezin e. Divê Yekîtiya Ewropa, Neteweyên Yekbûyî û aktorên herêmî beşdarî pêvajoya aştiyê bibin û kanalên diyalogê vekirî bihêlin. Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd şert û merc pêk bên. Birêz Ocalan bi îradeya xwe ya di van şert û mercan de peywira xwe kiriye, hem rola xwe di pêkanîna dîrokê de lîstiye û hem jî nîşan daye ku xwedî hêzeke mezin a çareseriyê ye. Ji bo vê yekê divê neteweperest û beşên laîk ên Tirk û beşên kevneperest û neteweperest hewl bidin ku tirs û fikarên xwe ji holê rakin. An jî, pêwîstî bi zimanekî siyasî yê berfireh heye ku xemên wan sivik bike û wan bi aştiyê razî bike. Em dikarin bibêjin ku ger hawîrdorek were afirandin ku pêvajoyên diyalog û muzakereyê bi hişmendiyek berfireh, rast bi rêve bibin û her kes beşdarî pêvajoyê bibe, rojên xweş nêzîk in. Weke DEM Partiyê em ê bi hemû hêza xwe ji bo serxistina vê pêvajoyê bixebitin. Berpirsiyariya me ye ku em têkoşîna xwe ya demokratîk ji her demê bêhtir mezin bikin û civakê ji her demê bêhtir bi rêxistin bikin."